ROJEVA 7'Ê TÎRMEHA 2022'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û bûyerên têkildarî wê wê werin şopandin.

- Komîteya Navneteweyî ya Sosyalîstên Demokratîk ên Emerîkayê (DSA) daxuyaniyek weşand û peymana ku ji bo endametiya Fînlandiya û Swêdê ya NATO'yê bi Tirkiyeyê re hatiye kirin, şermezar kir. DSA'yê xwest PKK ji lîsteya 'rêxistinên terorîst' bê derxistin.

- Doza Kobanê wê li Sîncanê dewam bike.

- Li qada Girê Ortê ya Metînayê, ku artêşa Tirk bi êrîşan hewl dide lê bi cih bibe, PDK baregeh û stargehan ji artêşa dagirker re çêdike. Dîmenê vê yekê hate kişandin.

- Li girtîgeheke Wanê ku girtiyên siyasî lê têne girtin, ji girtiyên ku divê sala dawî li girtîgeha vekirî derbas bikin an jî bêne berdan pirsa 'Tu poşman bûye' tê kirin. Girtiyên ku bersiveke ne bi dilê wan didin, nayên berdan.

- Pisporê Pêşvebirina Zarokan û Akademîsyen Fûrkan Aydemîr anî ziman ku ji bo pitik hînî zimanê xwe yê dayikê bibe 2 salên destpêkê gelekî krîtîk e û got, eger di nava 2 salan de zimanê xwe yê dayikê hîn nebe, jê û pê ve zehmet e hîn bibe.

- Ji bo Cejna Qurbanê demeke kurt ma. Lê belê mirov ji zem û bihabûna jiyanê gazinan dikin. Dibêjin ku êdî kêfa cejnê nema ye.

- Serwerî li dijî nirxên çand û baweriya Êzidiyan e. Ji ber ku xwedî lê nayê derketin, ji bo careke din nemîne, hewl tê dayin ku bê tunekirin.