ROJEVA 7'Ê ÎLONA 2022'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Êrîşên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.

- Ji parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Îbrahîm Bîlmez got, divê Tirkiye biryarên DMME'yê bi cih bîne, 'Mafê Hêviyê' pêk bîne.

- Girtiyê siyasî Rojhat Bat ku beriya sirgûnî Girtîgeha Hejmara 2 a Tîpa L a Maraş-Turkoglû bê kirin li Girtîgeha Tîpa D a Amedê serekgardiyan gefa mirinê lê xwar, tevî ku dema wî ya berdanê hatiye jî nayê berdan.

- Hevseroka berê ya Kantona Efrînê Hêvî Mistfa destnîşan kir ku modela rêveberiya xweser li Rojhilata Navîn tecrûbeyeke nû ye û destnîşan kir ku sîstema hevserokatiyê jî jinan hemûyan temsîl dike.

- Koçberên Efrînê û xelkê Şehbayê destnîşan kirin ku ew ê li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên bi her awayî parastina xwe xurt bikin û gotin: “Em ê Efrînê û herêmên dagirkirî hemûyan rizgar bikin.”