ROJEVA 6'Ê TÎRMEHA 2022'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû destnîşan kir ku gerîla hêza gelê Kurd nîşan daye û got, "Eşkere bû ku eger xiyanet û nokerî nebe, eger Kurd bibin yek, dewleta Tirk nikare gavekê jî biavêje."

- Êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.

- Olûç anî ziman, ku Kongreya Asayî ya 5'emîn a HDP'ê bi tevlîbûn û coşeke mezin derbas bû û got, "Gel xwedî li îradeya xwe derket. Me hêza xwe careke din nîşanî dost û dijminan dan."

- Bûyerên piştî êrişa li ser Mexmûrê wê werin şopandin.

- Konseya Katalan bi daxuyaniyeke nivîsî peymana NATO'yê ya li ser endametiya Swêd û Fînlandiyayê bi Tirkiyeyê re kiriye, şermezar kir.

- Goştê mirîşkan li Ewropa û DYE'yê bi erzanî dikare bê bidestxistin. Lê belê pispor hişyariyê didin ku bandora goştê mirîşkan li ser xwezayê, tenduristiya mirovan û sewalan gelekî giran e.

- Gelek kîmyagerên Ewropî û dîroknasan dest bi karekî kirin û hewl didin bêhnên berê yên parzemînê li vê serdemê vegerînin.