ROJEVA 6'Ê GULANA 2020'AN

Rojeva sereke ya Kurdistan, Tirkiye û cîhanê.

Hevseroka KCD'ê Leyla Guven nerazîbûn nîşanî êrişên dewleta Tirk ên li ser goristanên gerîla da û got, "Dîrokê ti carî yên ku zilmê li gel dikin efû nekiriye. Axîna dayikên ku li ber hestiyên zarokên xwe nobedê digirin wê di stuyê AKP-MHP'ê de be."

Parlamentera HDP'ê ya Amedê Dersim Dag diyar kir, ciwanên Kurd ên ku mîrateya şoreşger a 68'an dane ser milê xwe, bi heman bawerî û biryardariyê têdikoşin.

Civaka Azad ku li Elmanyayê ji bo Kurdan karê raya giştî dike, têkildarî ambargoya 10 mehan a li ser Kampa Penaberan a Mexmûrê sibe êvarê li ser înternetê panelekê lidar dixe.

Serokê ÎHD'ê yê Wanê Mûrat Melet diyar kir, li girtîgehan zêdeyî 200 hezar mirov hene ku hezar û 533 ji wan girtiyên nexweş in û destnîşan kir, ji bûyerên li girtîgehan biqewime wê AKP berpirsyar be.

Li gorî lêkolîneke hevpar a saziyên alîkariyê yên navneteweyî, hejmara mirovên mirovên birçî dimînin ku meha derbasbûyî 135 milyon kes bû, wê ji ber şewba Covîd-19 bi taybetî li Efrîkayê gelekî zêde bibe.