ROJEVA 29'Ê MIJDARA 2023'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û Rojava û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.

- Hevşaredarê Êlihê Mehmet Demîr ku erka wî hatiye desteserkirin, anî ziman ku tayînkirina qeyûman ku polîtîkayeke mêtingeriyê ye, ji bo tunekirina destketiyên neteweya Kurd e.

- Ji gerîlayên YJA Starê Ozgur Çiya ragihand ku êdî şensê dewleta Tirk nîne û got, "Kurdistan wê azad bibe, gelê me û Rêberê me wê azad bibin."

- Gerîlayên HPG'ê Fedakar Yedîgar û Qehreman Kobanê diyar kirin ku wê sala 46'an a PKK'ê bi serketinê tacîdar bikin.

- Girtiyê bi nexweşiya giran Kasim Karataş ku berdana wî du caran hate taloqkirin, rewşa wî ya tenduristiyê nebaş dibe.