ROJEVA 27'Ê NÎSANÊ

Rojeva Navenda Nûçeyan a 27'ê Nîsana 2019'an.

- Çalakiyên ji bo tenduristî û ewlekariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên lidarxistin wê werin şopandin.

--Elewiyekî Tirk û şoreşger Ozkan Ozdemîr jî li Parîsê tevlî greva birçîbûnê ya bêdawî û bêveger bû, ku Hevseroka KCD'ê Leyla Guven, bi mebesta ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd were şikandin dabû destpêkirin  û piştre li zindanên Kurdistanê û li Tirkiyê û li gelek deverên cîhanê belav bû.

-Parêzer Denîz Surgut ku bi mebesta tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rabe li Strasboûrgê di greva briçîbûnê de ye, cihê ku di zaroktî de xwe lê ewle didît vegot.

-Van rojan ku Erdogan gefan li sendîkayan dixwe û kedkaran çavtirsandî dike xwe hazir dikin ku 1'ê Gulanê derkevin kolanan.

-HBDH'ê bang li gelan, çewisandiyan, jin, ciwan û hemû kedkaran kir ku 1'ê Gulanê derkevin qadan û li ber xwe bidin, şer bikin û têkoşîna gelan mîna xencerê li ser dilê desthilata faşîst bixin.

-Li dijî girtiyên ku li Girtîgeha Nimro 5 a Silivrî ji bo tecrîd rabe di greva birçîbûnê de ne zext zêde dibin.