ROJEVA 24'Ê KANÛNA 2023'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
- Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û Rojava û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.
- Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê wê kongreya xwe lidar bixe.
- Serokê Giştî yê Civaka Îslamî ya Kurdistanê (CÎK) Hafiz Ahmed Tûrhalli diyar kir ku yên dewleta Tirk ava kirin, xiyanet li gelê Kurd kirin û got, Şêx Seîd li dijî vê xiyanetê ji bo mafê gel pêşengî ji têkoşînê re kir.
- Piştgiriya ji bo Nobedên Edaletê mezin dibe ku di çarçoveya pêngava 'Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareserî ji pirsgirêka Kurd re' destpê kirine. Malbatên tevlî çalakiyê bûne dibêjin, heta tecrîd bi dawî bibe wê çalakiya xwe dewam bikin.
- Pêşiyan gotiye: “Av û avadanî”. Di navbera av û avadaniyê de têkiliyeke xurt heye. Hewramiyan zêdetir haya wan ji vê têkiliyê çêbûye. Av li ba Hewramiyan tenê hêmaneke bikaranînê nîn e, hêmana vejîna siruştê ye.
- Hiqûqnas Xalid Omer anî ziman ku armanc ji girtin û tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şikandina îradeya gel e û destnîşan kir, vê rewşê nekarî li pêşiya têkoşîn û berxwedana gel bibe asteng.