ROJEVA 22'Ê KANÛNA 2023'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
- Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.
- Parlamentera Amedê ya ji DEM Partiyê Ceylan Akça got, sedema krîza aboriyê neçareserkirina pirsgirêka Kurd û şer e. Ceylan Akça destnîşan kir ku çareserî jî bi azadiya Abdullah Ocalan dibe.
- Ji Meclîsa Jinê ya DEM Partiyê Several Ballikaya diyar kir ku ew bi biryar in, li gorgî pîvanên rêveberiya xwecihî ya demokratîk di hilbijartinên xwecihî de xeta azadîparêziya jinê bi cih bînin.
- Hevberdevkê Dîwana KCDK-E'yê Mûrat Ceylan û Nûnera TJK-E'yê Zozan Serhat ji bo çalakiyên 23'ê Kanûnê û 6'ê Çileyê yên li Parîsê banga tevlîbûnê kirin.
- Endamê Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê Îdrîs Yalçin işaret bi şerê taybet ê dewletê kir ku li dijî jin û ciwanên Kurd dimeşîne û li hemberî înkarê bang li ciwanan hemûyan kir ji bo tevlî kongreya wan bibin.
- Berdevkê Komîteya Tenduristiyê ya Kobanê Eledîn Kino Eto bal kişand ser rewşa xetere ya ji ber ambargoya li ser Şehbayê û bang li saziyên mafên mirovan kir ku li dijî vê ambargoyê êdî serî hildin.