ROJEVA 22'Ê HEZÎRANA 2023'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û cîhanê.

- Bûyerên piştî qetilkirina Hevseroka Kantona Qamişloyê Yûsra Derwêş wê bêne şopandin.

- Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.

- Ji fermandarên Biryargeha Navendî ya HPG'ê Hakî Armanc anî ziman ku li gel biryara agirbestê ya meha Sibatê jî êrîşên dewleta tirk bênavber dewam kirin û got, "Gerîla wê êrîşeke bi tenê jî bêbersiv nehêle."

- Alîkarê Berpirsê Malbenda Yekîtiya Nîştîmanî Kurdistan (YNK) a Qereçoxê Reşad Gelalî têkildarî hebûna MÎT’ê ya li Mûsil, Kerkûk û Hewlêrê axivî û diyar kir ku lihevkirinên aliyên Herêmê û Iraqê bûye sedem zêdebûna tevgera MÎT’ê ya li Başûrê Kurdistan û Iraqê.

- Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk a Ewropayê qetilkirina Hevseroka Kantona Qamişloyê Yûsra Derwêş şermezar kir û got, "Bi kuştinê hûn ê nikaribin şoreşa Rojava teslîm bigirin."

- Di pêla 'Plana Têkbirinê' de di navbera paytexta şoreşê Qamişloyê û bajarê berxwedanê Kobanê de bi rêk û pêk êrîşên bi SÎHA'yan hatin kirin. Ji 23'ê Hezîrana 2020'î û vir ve 181 caran bi SÎHA êrîş hatin kirin. 112 pêşeng û welatparêz şehîd bûn.

- Muzîsyen Tal Kravîtz li herêma erdhejê geriya, ji bo zarokan performansa xwe nîşan da û tevkarî li pêvajoya rehabîlîtasyonê kir.

- Gerîlayan diyar kirin ku Zîlan bûye xeta fedaîtiyê û bi vê xetê ew li dijî êrîşên dewleta Tirk berxwedaneke mezin nîşan didin.