ROJEVA 21'Ê KANÛNA 2023'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.

- Li Parîsê, piştî êrîşa li dijî Kurdan bi salekê, daxwaza ji bo edaletê zêde dibe. Lêpirsîn bi giranî dimeşe, gelek pirs li benda bersivê ne û çenteyekî winda heye. Pirseke din e ku çima dozgeriya antî-terorê lêpirsînê nameşîne.

- Li herêma Şehbayê ku zivistan gelekî zehmet e, ji ber dorpêça rejîma Baasê, nebûna sostemenî û xizmetên tendurstiyê zor û zehmetiya li kampan zêde bûye.

- Ayşe Sadûn: Min dixwest di vî temenî de jî bibim mamosteya Kurdî. Ji Kurdî gelekî hez dikim. Ji min çû, lê zarok û neviyên me yên bi şoreşê mezin bûne bi hêsanî hînî zimanê xwe dibin; bi Kurdî dixwînin, dinivîsînin û diaxivin. Me ev roj jî dît.