ROJEVA 21'Ê HEZÎRANA 2023'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Bûyerên piştî qetilkirina Hevseroka Kantona Qamişloyê Yûsra Derwêş wê werin şopandin.

- Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê wê bêne şopandin.

- Festîvala Jinê ya Sakîne Cansiz a îsal wê di 23'ê Hezîranê de li Zurîchê pêk were. Hevseroka CDK-S'ê Selma Surer bang li her kesî kir ku tevlî festîvalê bibin.

- Desthilatdariya AKP-MHP'ê ku di hilbijartinên dawî de encama dixwest li bajarên Kurdan nekarî bi dest bixe, bi kampanya '100 bajar, 1000 navçe' dixwaze navendên Kurdan parçe bike û bi vî rengî encamê bi dest bixe.

- Li ser Rojava ku veguheriye qada komkujiyê ya dewleta Tirk, bi rengekî demkî konseptên nû bi cih têne anîn. Herî dawî ji aliyekî ve bi êrîşên balafirên bêmirov pêşengên şoreşê û welatparêz têne qetilkirin, li aliyê din jî bi ambargoyê tê dorpêçkirin. Beşa destpêkê ya rêze nivîsa Mûstafa Çoban...