ROJEVA 20'Ê KANÛNA 2023'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Êrîşên  dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, Rojava û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.

- Ji rêxistina ASKAPENA ku li welatê Baskê ji bo azadiyê têdikoşe Marîxe Rûîz de Aûstrî got, "Ocalan wêneyê hêviyê ye. Ew ji bo me nûnerê hêviyê ye. Divê em azadiya wî misoger bikin."

- Dîmenê alavên leşkeran hatin weşandin ku di Operasyona Şoreşgerî ya Şehîd Leyla Sorxwîn Amed de hatin cezakirin û navên wan hatin veşartin.

- Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê şehîdên Komkujiya Mereşê, Komkujiya Parîsê ya 23'ê Kanûnê û Berxwedana Girtîgehan a 19'ê Kanûnê bi bîr anî.

- Eşkere bû ku hikumeta Elman gerîlayê HPG'ê Azad Şerger ji dewleta Tirk pirsî ye, ku 15'ê Hezîrana 2023'an tevî du hevalên xwe şehîd bû, lê nekariye bersivekê werbigire.

- Şêniyên Amedê ragihandin ku qeyûm xizmetê ji gel re nakin û destnîşan kirin ku di hilbijartinên xwecihî de wê bersivê bidin qeyûman.

- Endama Koordînasyona Meclîsa Jinan a Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê Dr. Ebîr Hessaf destnîşan kir ku Hevpeymana Civakî deriyek pêşkêşî Sûriyeyeke nû kiriye û çareseriya krîzên heyî nîşan dide.

Serokê Şaxê Amedê yê PSAKD'ê Aydin Atli ragihand ku di serî de Komkujiya Mereşê dewletê hesabê ti komkujiyan nedaye, lewma polîtîkaya bêcezahiştinê bûye sedema komkujiyên nû.