ROJEVA 20'Ê HEZÎRANA 2023'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
- Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.
- Parlamenterê Partiya Çepên Kesk Yilmaz Hûn got, tecrîda girankirî û polîtîkayên li dijî girtiyên nexweş têne meşandin sûcê li dijî mirovahiyê ye.
- Parlamenter Franzîska Ryser got, di demekê de ku mafên mirovan têne binpêkirin û zext li gelê Kurd tê kirin, wan pêşniyar li şîrketên Swîsreyê kirine ku razemeniyê li Tirkiyeyê nekin.
- Rojnamevan Berîvan Kûtlû bi bîr xist ku herî zêde li Tirkiyeyê rojnamevan girtî ne û gelek saziyên pîşeyî Tirkiyeyê weke 'girtîgeha rojnamevanan' pênase dikin. Berîvan Kûtlû got, "Tevî vê yekê jî Çapemeniya Azad li ser kevneşopiya berxwedanê ye."
- Hejmara koçberan a li cîhanê ku sala 2020'î nêzî 80 milyon kes bû, bi şerê li Ûkrayna, Sûdan û Efganistanê re di nava sê salên dawî de bi 30 milyon mirovan zêdetir bû.
- 20'ê Hezîranê Roja Penaberan a Cîhanê ye. Bi hezaran penaberên ji welatên Rojhilata Navîn, welatên Asya Navîn bi rê dikevin tên Wanê û bajarên din ên li sînor. Di vê rêwîtiyê de bi sedan penaber li ser sînor jiyana xwe ji dest didin.