ROJEVA 19'Ê KANÛNA 2023'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, Rojava û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.

- Endamê berê yê Parlamenta Ewropayê Jurgen Klûte destnîşan kir ku azadiya Abdullah Ocalan wê ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd bibe bingeh û xwest, Parlament û Konseya Ewropayê û Neteweyên Yekbûyî piştgiriyê bidin daxwaza azadiya Ocalan.

- Ji fermandarên Biryargeha Navendî ya HPG'ê Hakî Armanc li ser berxwedana li Herêmên Parastinê yên Medyayê axivî û got, "Artêşa Tirk niha di nava çiravekê de çikiya ye û nikare xwe jê rizgar bike."

- Wekîlê Qibrisê yê Parlamenta Ewropayê Neoklîs Sylîkîotîs destnîşan kir ku pirtûkên Abdullah Ocalan divê li Qibrisê hîn bêhtir hebin û got, "Gelekî girîng e ku gelê Qibrisê felsefeya Ocalan nas bike."

- Dayika rojnamevan-nivîskar Mûsa Anter Fesla Anter li şûna keyayê mir, bû wekîl û bi vî rengî bû keyaya destpêkê ya jin.

- Eşkere bû ku Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ku di destê qeyûm de ye, ji ber ku 15 meh in deynê fîrmayekê nedaye, biryara heczê li ser avahiya şaredariyê hatiye danîn. Serlêdana şaredariyê ya ji bo rakirina heczê ji aliyê dadgehê ve hate redkirin.

- Komîsyona Hilbijartinê ya Bilind a Iraqê wê encamên hilbijartinên encûmenên parêzgehan eşkere bike.

- Weşangerên tevlî Fûara Pirtûkan a Amedê bûn, diyar kirin ku ew ji eleqeya ji bo fûarê kêfxweş in û bang li xwendevanan kirin ku pirtûkan bikirin û xwedî li nivîskaran derkevin.