ROJEVA 19'Ê HEZÎRANA 2023'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.

- Hikumeta Tirk dixwaze bi rêya girtîgehên tîpa nû sîstema tecrîdê belav û mayinde bike.

- Endama Polîtburo ya YNK'ê Bîlêse Cebar Ferman got, dewleta Tirk a ku beriya 100 salan ava bû êdî bi dawî bûye, lewma dixwaze xaka xwe berfireh bike.

- Di erdheja 6'ê Sibatê de 44 dermanfiroş li herêma erdhejê mirin, zêdeyî hezar û 200 dermanfiroş xera bûn, lewma jî dermanfiroşên sehra hatin vekirin. Lê belê ji ber ku piştgirî ji wan re nayê dayin, ew jî li ber girtinê ne.

- Nivîskara Rojhilatî Sayîme Xakpûr anî ziman ku wêjeya Kurd yek ji wêjeyên herî dewlemend ên cîhanê ye got, "Lê belê wêjeya Kurd bi salan e tecrîdkirî ye û piraniya Kurdan haya xwe ji vê xezîneyê nîne."