ROJEVA 18'Ê TÎRMEHA 2022'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
- Êrişên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.
- Karayilan anî ziman ku gelê Kurd şerê hebûn û azadiyê dimeşîne û got, "Heta ku em li ber dewleta Tirk ranebin û neşikînin, gelê Kurd li ti cihî serbixwe û azad nabe."
- Endama Konseya Hevserokatiyê ya PYD'ê Foza Yûsif destnîşan kir ku krîza li Sûriyeyê ne li Astanayê, ne li Cenevre, ne jî li Tehranê çareser dibe. Tenê li Sûriyeyê dikare çareser bibe.
- Heval Gulbahar ji Botanê bû. Xwedî li kevneşopiya berxwedêriyê ya herêma xwe derket. Kenê xwe ji hevrêyên xwe re hişt û tevlî nava karwanê nemiran bû.
- Sûlava Ducan navê candana xwişk û birayekî Ermen e, ku di dema Qirkirina Ermenan de ji bo nekevin destê rêveberiya leşkerî ya wê demê xwe ji sûlavê avêtin û canê xwe ji dest dan.
- Malbatên şehîdan ên herêmên Efrîn û Şehbayê diyar kirin, ku Şoreşa 19’ê Tîrmehê ji bo tevahî gelên Rojhilata Navîn bûye model û gotin, tevahî gelên azadîxwaz vê modelê dipejirînin û dikin mînak.
- Nûnerê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ê li Başûrê Kurdistanê Cawîdan Hesen bal kişand ser têkoşîna Şoreşa Rojava û bandora wê ya li ser Başûrê Kurdistanê û got: “Şoreşa Rojava ne tenê ji bo Başûrê Kurdistanê ji bo hemû cîhanê bû hêvî.”