ROJEVA 18'Ê KANÛNA 2023'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, Rojava û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.

- Parlamentera Şirnexê ya DEM Partiyê Newroz Ûysal Aslan got, girtiyên nexweş ji ber polîtîkaya kuştinê nayên berdan û nayên dermankirin.

- Mihemed Cemîl ê ku sala 1985'an Tevgera Azadiyê nas kir, dîtina Rêberê Gelê Kurd Ocalan weke jinûve bûyînê ji bo xwe pênase kir û got, "Hêviya min a ji bo azadiya şîn bû."

- Li navçeya Artemêtan a Wanê, li cihê ku Otela Merît lê ye, peravê Gola Wanê tê dagirtin.

- Di serî de li Amedê, li bajarên Bakurê Kurdistanê serlêdanên ji bo komîsyonên hilbijartinê dewam dikin.