ROJEVA 18'Ê HEZÎRANA 2023'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.

- Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê diyar kir ku êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Rojava dema dawî zêde bûne û ji bo berxwedana topyekûn bang li gel kir.

- Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Cemal Şerîk destnîşan kir ku bi girankirina tecrîda li Îmraliyê tê xwestin, ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan analîzan neke û rê nîşan nede.

- Şaredarê Tetwanê yê AKP'yî bi rêya çeteyên çekdar ên li derdora xwe terorê li Tetwanê dike.

- Hevserokê TUHAY-DER a Wanê Çetîn Ûyar diyar kir ku piştî hilbijartinê zexta li girtîgehan zêde bûye û bang li hikumetê kir ku dawî li polîtîkaya tecrîdê bîne.

- Li Fransayê wê îro Festîvala Jinên Kurd a 6'emîn a Rojbîn bê lidarxistin.