ROJEVA 17’ê TÎRMEHA 2022’AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
- Êrîşên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê û geşedanên têkildarî wan wê bên şopandin.
- Her serlêdanên parêzeran ên ji bo hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re bi hinceta cezayê dîsîplînê hat redkirin. Seroka Şaxa ÎHD'ê Gulseren Yolerî diyar kir ku ew vê pêkanînê ku li Îmraliyê bûye amûra zexta siyasî rexne dikin.
-Nûnera Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Evîn Swêd diyar kir ku gelê Başûrê Kurdistanê tevî dijberiya hikûmeta PDK’ê eleqeyeke mezin nîşanî Şoreşa Rojava dan û diyar kir ku ji bo di têkoşîna şoreşê de bi awayekî aktîf rol bilîzin, sînor derbas kirin û berdêl dan.
- Hevserokê Giştî yê ESP'ê Şahîn Tûmûklû jî destnîşan kir ku li dijî xizanî, bêkarî û mêtingeriyê serhildana gel pêwîste û divê ev serhildan were rêxistinkirin û serketina Şoreşa Rojava bi bîr xist.
- Qeyûmê Îpekyolû (Rêya Hewrîşemê) yê Wanê Îhsan Emre Aydin ê ku bi wesayîteke 3,5 milyonî ve digere, hevjîna xwe di karê yekîneya projeyê ya Qeymeqamtiya Îpekyoluyê bi cih kir. Pereyên ji bo nûkirina odeya luks a Cansû Aydin a ku odeyekê jê re hatibû veqetandin jî ji kaseya şaredariyê hat dayîn.
- Li gorî rapora Rêxistina Xebatê ya Navneteweyî, hat diyarkirin ku li cîhanê ji sedî 94’ê kesên di malan de dixebitin ji ewlehiya civakî bêpar in.