ROJEVA 17'Ê KANÛNA 2023'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, Rojava û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.

- Parlamenterê Bedlîsê yê ji DEM Partiyê Huseyîn Olan got, yek ji sedemên herî girîng ên tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ferzkirina neçareseriya pirsgirêka Kurd e.

- Pîrê Elewî Huseyîn Esen got, "Desthilatdarî qure ye, xwe serwer dibîne, mafê xelkê desteser dike." Mele Şukru Aslan jî bal kişand ser grevên birçîbûnê û got, rabûna li ber zilmê maf e.

- Encamnameya civîna Meclîsa Partiyê ya Partiya Demokrasî û Wekkheviyê ya Gelan (DEM Partî) wê bê weşandin.

- Li gel 145 hezar û 239 kes, 30 hezar û 885 malbatên li 17 kampên li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê, her wiha milyonek û nîv koçber û penaber li herêmê hene. Pêwîstiyên wan hemûyan jî li ser Rêveberiya Xweser a Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê ye.

- Ji ber ku di rojeke xemgîn de ji dayik bû, navê wê bû Hezna. Bi çîrokên kalê xwe mezin bû. Di Şoreşa Rojava de metik, bira û hevserê wê şehîd bûn. Ji bo xwedîderketina li şehîdan û serxistina armancên şoreşê têkoşîna xwe dewam dike.