ROJEVA 17'Ê HEZÎRANA 2023'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
- Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.
- 17. Festîvala Jinan a Zîlan wê li bajarê Gelsenkirchen ê Elmanyayê bê lidarxistin.
- Çalakiyên xizmên windayan ên li Tirkiye û Kurdistanê wê bên şopandin.
- Ligel ku cezayê girtiyên şoreşger qediyaye jî ji ber hincetên cur bi cur nayên berdan. Herî kêm, cezayê 217 girtiyên siyasî qediyaye, lê nayên berdan.
- Hevserokê PYD’ê Salih Muslim diyar kir ku dewleta Tirk ji bo temamkirina planê xwe yê têkbirinê cardin dest bi êrîşan kiriye û qada hewayî ji balafirên şer re vebûye û got: “Em ê heta bi hetayê li ber xwe bidin, em pişta xwe didin berxwedana gelê xwe û hêzên xwe.”
- Hanim Tosûn qala Dayika Şemiyê Asiye Aydemîr ku jiyana xwe ji dest da kir û wiha got: “Ez ê heta nefesa xwe ya dawî têkoşîna dayika Asiye bidomînim.”