ROJEVA 16’Ê TÎRMEHA 2022'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
- Êrîşên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.
-Li Girê Werxelê amadekariyên artêşa Tirk a dagirker a ji bo bikaranîna çekên kîmyewî hate qeydkirin. Leşkerên Tirk ji bo ku gaza kîmyewî bera tunelên şer bide, xortiman bi cih dike.
-Hevseroka KESK’ê Şukran Kablan Yeşîl diyar kir di demên pêş de ew ê li hemberî vê neheqiya li ser kedkaran rabin û got “Em ê îradeya xwe derxînin holê û ji vê rewşê re bibêjin êdî bes e.”
-Gulşen Orhan a ku serşêwirmenda Serokkomarê AKP’yî Erdogan e îhaleyên li Wanê dide xizmên xwe Samî Orhan.
-Serpêhatiya Ekîn Wan li Enqereyê dest pê dike. Ji Enqereyê diçe Wanê û ji wir jî berê xwe dide Çiyayan. Digihêje heta Qada Berxwedanê ya Çiyayê Reş û di sibeheke 15’ê Gulanê de Ekîn dibe Zap.
-Li Wanê Makbûle Ozer a 80 salî û Hadî Ozer a 79 salî hatibûn girtin. Keça wan Naîme Ozer diyar kir rewşa her duyan jî ne baş e.
-Germahî li Ewropa û Bakurê Efrîkayê dibe sedema şewata daristanan, ji ber vê bi hezaran kes ji van qadên şewatê hatin derxistin. Li Fransa, Îspanya û Fasê şewat didomin, li Çînê jî germahî hate asta herî bilind. Li Portekîzê rewşa awarte hate ragihandin.