ROJEVA 16'Ê KANÛNA 2023'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, Rojava û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.

- Çalakiyên xizmên windayan ên li navendên Kurdistan û Tirkiyeyê tên lidarxistin, wê werin şopandin.

- Endama Komîteya Navendî ya PKK'ê Hêlîn Umît diyar kir ku qetlîamên dewleta Tirk bi awayekî eşkere dijminatiya xwe ya li hemberî Kurdan nîşan dide û got: "Em ê hesabê van hemû komkujiyan bipirsin.”

- Wê îro li Parîsê ji bo Evîn Goyî, Mîr Perwer û Abdurrahman Kizil ên di Komkujiya Parîsê de şehîd bibûn, çalakiyek bê lidarxistin.

- Şehîdên Komkujiya Parîsê wê li gelek navendên Ewropayê bi çalakiyan bên bibîranîn.

- Xebatên kanên siyanurê di wê astê de ne ku hem li Îlîça Erzînganê û hem jî li Giyadîna Agiriyê heta Besrayê bibe sedema karesatên pir mezin.

-Li Colemêrgê ku Rewşa Awarte bênavber tê meşandin, sala 2023’yan bi binpêkirinên mafan û qedexeyên keyfî derbas bû. Li Colemêrgê ku qanûnên heyî jî tên rawestandin, gel mîna di girtîgeheke vekirî de ye.

-Hevseroka Desteya Perwerdeyê ya Herêma Cizîrê Gulîstan Îsmaîl anî ziman ku tevî êrîşên dewleta Tirk jî perwedeya pirzimanî bênavber tê dayîn û got: “Li herêma Cizîrê 200 hezar zarok di bin êrîşên dewleta Tirk de bi Kurdî, Erebî û Suryanî perwedeyê dibînin.“