ROJEVA 16'Ê KANÛNA 2023'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.

- Çalakiyên xizmên windayan ên li navendên Kurdistan û Tirkiyeyê tên lidarxistin, wê werin şopandin.

- Nûnerê MRAP yê NY‘ê Gîanfranco Fattorînî, şert û mercên tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan weke binpêkirineke giran a mafê mirovan nirxand û got: “Abdullah Ocalan mifteya çareseriya aştiyane ya pirsgirêka Kurd e. Divê ew azad bibe.“

- Hevserokê OHD'ê ya Şaxa Amedê Riza Polat diyar kir ku grevên birçîbûnê yên li girtîgehan banga pêkanîna qanûnên ku dewlet bi wan ve girêdayî ye û got: “Divê hemû civak bibe dengê vê berxwedanê.“

- Li 17 Kampên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 30 hezar û 885 malbat dijîn. Ji ber şert û mercên giran ên avhewayê yên di mehên zivistanê de pêwîstiya 145 hezar û 239 kesên li kampan dijîn hîn zêdetir dibe. 

- Rojnamevan û nivîskarê Misrî Îlhamî El Melîcî, Farnaz Etiye û Dr. Muxtar Xebaşî destnîşan kirin ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan sembola têkoşîna mafên mirovan e.

- Du gerîlayên jin Berçem Herekol Şîrvan û Seher Çagla ku barê şoreşê hildan ser milên xwe, di hevpeyvîna ku berî şehîd bikevin de dabûn, diyar kirin ku PKK modela jiyaneke wekhev e.

- Cîgirê Hevserokatiya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Gabrîêl Şamûn diyar kir ku Hevpeymana Civakî mafên hemû pêkhateyan misoger dike û got: “Daxwaz û xeyalên gelê Sûriyeyê yên ji bo jiyaneke bi rûmet û azad temsîl dike.”

- Endamê Desteya Rêveberiyê ya Tevgera Azadiyê Hawrê Cebar diyar kir ku li hemberî modela kapîtalîst modela neteweya demokratîk a ku gelê Kurd pêşengiya wê dike, heye û got: “Sazkarê vê modelê jî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û di pratîkê de pêk tê û serkeftî ye.”