ROJEVA 15'Ê TÎRMEHA 2022'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
- Êrîşên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.
- Gerîlayên HPG'ê Egîd Nûda û Arjîn Destan Bakur ku li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk şer dikin, destnîşan kirin ku wê bi ruhê berxwedanê yê 14'ê Tîrmehê dijmin li Zap, Avaşîn û Metînayê têk bibin.
- Ji Komeleya 78'an a Amedê Ganî Alkan got, "Berxwedana zindana Amedê ji bo me referans û mîrate ye. Ruhê berxwedanê yê 14'ê Tîrmehê Kurdên vê demê afirand. Têkoşîneke mezin li ser vê mîrateyê ava bû."
- Li bajarê Barcelona yê Spanyayê Konferansa Enternasyonalîst a Katalan a 1'emîn tê lidarxistin. Konferansa bi navê "Parastina Şoreşa Kurdistanê û Konfederalîzma Demokratîk" îro destpê dike.
- Rohat Dengdar, Şevîn Şemzînan, Demhat Derwêş, Sema Agirîn, Şerda Sosin, Denîz Reş, Xemgîn Qelqelî û Zîlan Xebat ku li dijî êrîşên dewleta Tirk li Çiyayê Reş berxwedaneke bêhempa kirin, di 17'ê Nîsanê de tevlî karwanê nemiran bûn.