RJAK: Em ê bi têkoşîna xwe pergala mêr dewletê hilweşînin
RJAK’ê bi wesîleya salvegera komkujiya Parîsê daxuyaniyek weşand û got: “Em ê bi têkoşîn û vîna xwe pergala mêr dewletê hilweşînin.”
RJAK’ê bi wesîleya salvegera komkujiya Parîsê daxuyaniyek weşand û got: “Em ê bi têkoşîn û vîna xwe pergala mêr dewletê hilweşînin.”
Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistan (RJAK) bi wesîleya salvegera komkujiya Parîsê daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Daxuyanî bi vî rengî ye:
“Komkujiya 23’ê Kanuna sala 2022’an a li Parîsê ji aliyê pergala mêr dewletê ve pêk hat. Di şexsê şoreşger û pêşenga jin Evîn Goyî de êrişeke li ser têkoşîn û nirxên jina dayik ya pênc hezar sal bû, di şexsê hunermendê Kurd Mîr Perwer êrişeke li ser çand û nasnemeya Kurd bû û di şexsê welatparêzê Kurd Ebdurehman Qizil de êrişeke li ser ew dilsozî û dildariya gelê Kurd ya bi peradîgmeya civaka demokratîk, ekolojîk û azadiya jin bû.
Em vê komkujiyê wekî berdewama komploya navnetewî ya ku li hember Rêber Apo hate meşandin digirin dest, her wiha berdewamiya vê komployê ku xwe 9’ê Çileya 2013’an li dijî şoreşgera 40 salan heval Sara û herdû hevalên hate meşandin û berdewamkirina vê komkujiyê hişker bû ku heta kîjan astê hişmendiya sermayedar û netew dewlet li hember têkoşîna jina azad kûr û bê tehemûle.
Hedef girtina jin, şoreşger û pêşeng ji encama sekna wê ya leheng bû. Ji ber kû wê teybetmendiyên ku di kesayeta xwe de avakiribûn li dijî wê pergalê bûn, li dijî wê hişmendiya ku hemû rojê jin ji bo berjewendiyên xwe yên deshilatdariyê dixe qurbanî bû. Ev êriş êrişeke pilankirî ya hişmendiya zayendperest û sermayedar bû. Êrişeke li dijî şoreşa jin jiyan azadî bû. Lewra bangewaziya me ji bo hemû jinan ew e ku bi yek ruh û yek deng pêla têkoşînê bilind bikin. Em jî weke Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistanê vê komkujiyê bi tundî şermezar dikin û soza berdewamî û bilindkirina têkoşîna azadiyê didin. Weke jin em ê bi têkoşîn, rêxistinbûn, vîn û yekîtiya xwe pergala mêr dewletê hilweşînin û têkoşîna azadiyê bi serbixin. Bi têkoşîna jin wê tovê azadiyê li tevahî mirovahiyê zîl bide.”