YNK’ê û Partiya Komînîst a Kurdistanê hevpeymaniya “Kerkûk Hêz û Îradeya Me Ye” pêk aniye. Bafil Talebanî di mîtîngeke hilbijartinê de got, “Dengê xwe bidin Hevpeymaniya Kerkûk Hêz û Îradeya Me Ye, da ku em rewşa Kerkûkê ya xerab baş bikin û sînorekî ji siyaseta şovenîst re daynin.”
TEVGERA AZADÎ: LÎSTEYA HERÎ GUNCAV ‘HEVPEYMANIYA KERKÛK HÊZ Û ÎRADEYA ME YE’
Tevgera Azadiyê ya Komelgeha Kurdistanê di daxuyaniyekê de ev tişt gotin, “Weke Tevgera Azadiyê ya Komelgeha Kurdistanê me bi hûrgilî hemû lîsteyên Kurdî nirxand. Li gorî me lîsteya ‘Hevpeymaniya Kerkûk Hêz û Îradeya Me Ye’ ku ji aliyê YNK û Partiya Komînîst a Kurdistanê hatiye amadekirin, baştirîn û guncavtirîn vebijêrk e ku em dengê xwe bidin. Bê guman di vê lîsteyê de derfet heye ku em hemû di siberojê de bikarin ji bo pêkvejiyana demokratîk a gelan xebatê bikin. Tekane lîsteya ku di vê çarçoveyê de bikare bê cudahî xizmeta Kerkûk û Kerkûkiyan bike, ev lîste ye. Em daxwazê ji endam û dostên xwe û hemû Kerkûkiyên rêzdar dikin ku guh bidin fikra me û dengê xwe bidin lîsteya Hevpeymaniya Kerkûk Hêz û Îradeya Me Ye.”
Her wiha hate gotin ku PDK wekî her tim di eniya dagirkeran de ye û wiha hat gotin, “PDK’ê ji bo parçekirina dengên Kurd, li gel partiyeke Tirkmenan û Erebên Sunî li Kerkûkê hevkariyê dike. Ji ber vê yekê jî bi îhtimaleke zêde dê gelek dengên Kurdan vala biçin û ev yek jî dê zerarê bide Kurdan.”
NEWEY NIWÊ: EM Ê ÎDAREYA GENDEL A BAJÊR BIGUHERÎNIN
Ji bo Encumena Parêzgeha Kerkûkê lîsteyeke serbixwe ya Newey Niwê heye û berdevkê Newey Niwê serokê lîsteya wan e û bi giştî çar berbijêrên wan hene. Bi xurtî ji bo wê yekê xebatê dikin ku herî kêm serokê lîsteya xwe bikin endamê Encumena Parêzgehê. Bangeşeya wê yekê dikin û dibêjin em ê îdareya gendel a bajêr biguherînin.
Komela Îslamî ya Kurdistanê û Yekgirtûy Îslamî ya Kurdistanê bi îhtimaleke zêde ew ê çend hezar dengên Kurdan tune bibin. Komela Îslamî ya Kurdistanê û Yekgirtûy Îslamî ya Kurdistanê bi navê Hevpeymaniya Meşxela Kerkûkê bi hev re hevpeymaniyek pêk anîne. Heta niha ti nûnerekî van her du partiyan li Kerkûkê çênebûye û di hilbijartinên Kerkûkê de serkeftî nabin, lê belê vê carê jî hewla xwe didin. Lewma jî tê pêşbînîkirin ku ji ber vê yekê çend hezar dengên Kurdan li vî bajarî vale biçin.