Rêxistinên sivîl rêxistinên BDP’ê û gorên gêrîlayan ziyaret kirin

Rêxistinên sivîl rêxistinên BDP’ê û gorên gêrîlayan ziyaret kirin

Li Edene, Mûş, Stenbol, Sêrt, Êlih, Nisêbîn û gelek bajar û navçeyên din biboneya Cejna Remezanê nûnerên saziyên sivîl yên civakî rêxistinên BDP'ê ziyaret kirin. Di ziyaretan de operasyonên leşkerî û helwesta hikûmetê hate şerezarkirin û xwestin tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û operasyonên leşkerî yên li herêmê bi dawî bibin.

EDENE

Li edeneyê nûnerên MEYADER, Radyo Dunya, Firat Dagitim, ÎHD, KESK, partiyên siyasî yên çepgir, TUHAD-DER, KURDÝ-DER û NÇM'ê biboneya Cejna Remezanê Rêxistina BDP'ê ya Edeneyê ziyaret kir û cejna rêveberên BDP'ê pîroz kirin. Di ziyaretê de rêveberên BDP'ê û Serokê Rêxistina BDP'ê yê Edeneyê Ugur Bayrak mêvan pêşwazî kir. Bayrak, piştî pêşwazikirinê axaftinek kir û xwest operasyonên leşkerî bi dawî bibin û wiha got: "Em êdî naxwazin cenezeyan pêşwazî bikin. Em dixwazin li ser axa Kurdistan û Tirkiyeyê aştî geş bibe. Serdanên cejnê yên ji bo BDP'ê didomin.

Buroya Edeneyê ya DÎHA û Şîrketa Belavkariya Firatê ji alî meclîsa taxa Karasu ya gel di Cejna Remezanê de hat zîyaret kirin. Gelê ku hat serdana Cejnê ji alî xebatkarên Firat û DÎHA'yê ve hatin pêşwazîkirin. Nunerê Meclîsê ji xebatkarên çapeniya azad re serkeftin xwest û wiha got: "Buroya Edeneyê şehîdên xwe hene. Volkan Eryigit Û Metin Alataş ji van 2 kesin. Dîsa gelek girtiyên xwe hene. Ahmet Akyol, Ozlem Aguş, Newal Aydin, Seyithan Akyuz, Husnu Erçik, Ali Çat, Abdulcebar Karabeg, Dilşah Ercan ji rojnamevanên girtîne. Ez di xebata we ya zor û zehmet da serkeftinê dixwazim." Xebatkarên çapemeniya azad jî, ji bo ziyareta gel kêfxaşiyên xwe anîn ziman û spasîyên xwe pêşkeşî gel kirin.

MÛŞ

Li Mûşê jî biboneya Cejna Remezanê goristan hate ziyaretkirin. Di heyeta BDP'ê de Endamê Lijneya Koordinasyona KCD'ê û Parlementerê BDP'ê yê Mûşê Demîr Çelîk, Serokê Rêxistina BDP'ê yê Mûşê Fatih Barutçu, Serokê TUHAY-DER'ê Giyasettin Kirtan, endamên DOKH'ê li taxa Mengogê gorên 35 gêrîlayên HPG’ê ziyaret kirin û dua kirin. Girsê li Goristana Kaşoyê li ser gorên gêrîlayan rêz girtin. Pişt re li ser navê girsê Endamê Lijneya Koordînasyona KCD'ê Demir Çelîk anî ziman ku, ew kesên di têkoşîna demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane bi hurmet bi bîr tîne û dê têkoşîna wan bilind bikin û biparêzin. Çelîk da zanîn ku, gelê Kurd bi bedelên giran têkoşîna azadiyê gihandiye vê astê û wiha got: "Em soz didin wan ku em dê li doza wan û rêya wa xwedî derkevin û em dê tekoşîna azadî û demokrasiyê bilind bikin."

STENBOL

Li Stenbolê jî bboneya Cejna Remezanê Parlementera BDP'ê ya Stenbolê Sebahat Tuncel, Rêvebera Navendî ya BDP'ê Gulçîn Îsbert, Hevseroka BDP'ê ya Stenbolê Asiye Kolçak, rêveberên BDP'ê yên Stenbolê Yeşim Keleş û Meliha Varışlı, Rojnameya Ozgur Gundemê ziyaret kirin. Di ziyaretê de Asiye Kolçak anî ziman ku, 30 salin ji ber şerê herêmê cejnê bi xemgînî derbas dikin û xwest êdî şer bi dawî bibe û mirov bês bên kuştin. Kolçak li ser hevdîtina BDP'ê û gêrîlayên HPG’ê jî axivî û anî ziman ku, hem di wateya siyasî û hem jî di wateya civakî de siyaset bi vîna xwe re hate cem hev. Parlementer Sebahat Tuncel jî anî ziman ku herî zêde kedkarên çapemeniya azad cejnê heq dike û wiha got: "Em hêvî dikin ku di rûniştina 10'ê Îlonê de dê hemû rojnamegerên girtî serbest bên berdan.

Heyeta BDP'ê piştre saziyên Gokkuşagi, TUAD DER, YAKAY DER û Înîsiyatifa Dayîkên Aştiyê ziyaret kir.

SÊRT

Li Sêrtê jî bi heman armancê bi hezaran welatiyan sazî û rêxistina BDP, Şaredarî, Înîsiyatifa Dayîkên Aştiyê, TUHAD-DER, NÇM û ÎHD ziyaret kir û cejna wan pîroz kirin. Di serdana BDP'ê de Hevserokê BDP'a Sêrtê Seracettin Kayran anî ziman ku, ew dê li dijî zilm û zordariya li ser gelê Kurd tê meşandin têkoşîna xwe berdewam bikin û serê natewînin. Girsê piştî serdana BDP'ê Şaredariya Sêrtê û saziyên din ziyaret kir.

DIH/MISIRC

Li Dihê jî bi heman armancê bi sedan welatiyan Rêxistina BDP'ê ya Dihê ziyaret kir û cejna wan pîroz kir. Li navçeya Misircê ya Sêrtê jî bi hezaran welatiyan Rêxistian BDP'ê û Şaredariya Misircê ziyaret kir û cejn pîroz kirin.

ÊLIH

Li ÊLihê jî di pêşengiya Rêxistina BDP'ê de nûnerên saziyên sivîl ên civakî bi dehan malbatên kesên di têkoşîna aştîe û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane ziyaret kirin. BDP'ê piştî ziyareta malbatan li Baxçeyê Çayê yê Şaredariyê serdanên pirozbahiya Cejnê qebûl kir. Bi hezaran welatî hatin Baxçeyê Çayê û cejna hev pîroz kirin. Li vir endama Lijneya Koordînasyona KCD'ê û Parlementera BDP'ê ya Êlihê Ayla Akat, Hevserokên BDP'ê Ayşe Agilgat û Şeyhmus Azboy, Wekîlê Şaredar Serhat, Serokê Meclîsa Bajar Salih Aktan, amade bûn.

WÊRANŞAR

Li navçeya Wêranşarê jî bi sedan welatî Rêxistina BDP'ê ya Wêranşarê ziyaret kir. Rêveberên BDP'ê, endamên meclîsa şaredariyê jî amade bûn. Welatî pişt re çûn Navenda Çanda Med ya Şaredariya Wêranşarê û cejna pîroz kirin.

NISÊBÎN

Şaxên girêdayî KESK'ê yên herêmê li Nisêbîna Mêrdînê der barê geşedanên dawî û piştgiriya Sûriyê de li deriyê sînor yê Nisêbînê daxuyanî da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de nûnerên Genel-Îş, Rêxistina BDP'ê, Wekîlê Şaredar Selim Akinci û Alîgira Şaredara Nisêbînê Saliha Cabadak amade bûn. Girseya ku pêş nûnertiya KESK'ê li hev kom bû heta deriyê Sînor ê Nisêbînê meşiya. Girsê di meşê de 'Em statû û yekîtiya kurdên Sûriyê slav dikin" vekir û dirûşmeyên ''Bijî azadiya gelan", "Zext me bêzar nakin" û "Ji şer re na, aştî hema niha" berz kirin. Li ser navê girsê Serokê Şaxa Egîtîm Sen'ê ya Amedê Kasım Birtek, daxuyanî da û xwest şer bi dawî bibe û kurdên Sûriyê silav kir.