Rêxistinên ciwanan ên li Ewropayê têkoşîna hevpar nîqaş kirin
Rêxistinên ciwanan ên li Ewropayê têkoşîna hevpar nîqaş kirin
Rêxistinên ciwanan ên li Ewropayê têkoşîna hevpar nîqaş kirin
Nûnerên saziyên ciwanên Kurdistanî û Tirkiyeyî yên li Ewropayê têkoşîn dimeşînin li bajarê Elmanya Kolnê hatin gel hev. Di civînê de li ser rewşa xweser a ciwanan nîqaş hat kirin û hat diyarkirin ku çalakiyên hevpar yên ciwanan pêwîste hîn zêdetir bên berfireh kirin. Di civînê de li ser avakirina platformeke ciwanan a hevpar a gelên cîhanê, konsesusek derket holê.
Nûnerên rêxistinên ciwanên ji netewe û olên cûda li Ewropayê dixebitin, duh li bajarê Elmanya Koln hatin li gel hev. Di civînê de nûnerên Young Struggle, Yekitiya Xwendekarên Kurdistanê (YXK), Ciwaniya nû ya Demokrat, Yekitiya Ciwanên Elewî yên Elmanya û Tevgera Ciwanên Demokratîk a Ewropayê amade bûn. Yekitiya Xwendekarên Elewî ya Elmanyayê jî weke çavdêr beşdarî civînê bû. Saziyên Ciwanên DÎDF û Akademiya Ciwanên Êzidiyan bi peyamekê diyarkirin ku ewê di platformeke ku çê bibe de cih bigirin.
Di vê civînê de, ku weke gava duyemîn a lihev kombûna ciwanan tê dîtin, pêvajoya piştî civîna meha Tîrmehê hat nirxandin. Di civînê de, der barê pirsgirêkên piştî civîna meha Tîrmehê ya bi beşdariya 4 saziyên ciwanan derketin holê, nîqaş hatin kirin. Beşdarên civînê di nirxandinên xwe de bal kişandin ser girîngiya hevpariyeke bi vî rengî.
Herwiha hat diyarkirin ku ji bo bi hevre xwebatekî hîn bi hêztir bê meşandin pêwiste xalên hevpar hîn zêde derkevin holê û pêwiste li dijî şerên li Rojhilata Navîn jî seknek bê nîşan dan.
‘PÊWÎSTE CIWAN XWEDÎ SEKNEKE HEVPAR BIN’
Nûnerên saziyên ciwanan diyar kirin, ku li dijî planên dagikeriya Sûriyê û êrîşên paşverû yên li hemberî Rojava, di serî de "Berxwedana Taksîm/Gezî" di hemû berxwedanên li deverên cuda yên cîhanê, helwesteke hevpar bê nîşandan.
Piştî civîna yekemîn û duyemîn, ku ji bo avakirina platformeke hevpar a ciwanan gavên girîng hatin avêtin, hat destnîşan kir ku divê têkiliyeke wan a li gel Platforma Yekitiya Hêzê ya Demokratîk hebe.
Ji cihên cuda yên derveyî Kurdistan û Tirkiyeyê li ser tevlikirina ciwanan a platformê hat rawestîn. Di civînê de di dawiyê de nîqaşên ku di navbera saziyan de hatin kirin giring hat dîtin. Hat xwestin ku her saziyek girêdayî kar û xebatên xwe agahiyan parve bikin.