Rêxistina Efûyê: Divê Kebûdwend kurê xwe bibîne

Rêxistina Efûyê: Divê Kebûdwend kurê xwe bibîne

Rêxistina Efûya Navneteweyî bang li rêveberiya rejîma Îranê kir û xwest daxwaza rojnamevan û parêzvanê mafê mirovan ê Kurd Mihemed Sedîq Kebûdwend ku nêzî 50 rojan e di greva birçîbûnê de ye qebûl bike û bila Kebûdwend kurê xwe yê nexweş bibîne.

Di daxuyaniya ji aliyê Dîrektroa Rêxistinê ya Bernameya Rojhilata Navîn Hasiba Hadji Sahroui ve hat dayîn de hat diyarkirin ku Kebûdwend tenê ji ber parastina mafê mirovan hatiye girtin û xwest ku çalakê Kurd di demeke zû de serbest bê berdan.

Sahroui destûrnedana Kebûdwend bo hevdîtina bi kurê xwe yê nexweş re weke “zilmê” bi nav kir û bang li rayedarên Îranê kirin ku vê daxwaza Kebûdwend qebûl bikin.

Mihemed Sedîq Kebûdwend, damezrênerê Rêxistina Mafê Mirovan a Kurdistanê (RMMK) ya li Rojhilatê Kurdistanê, di heman demê de sernivîskarê heftenameya Peyamê Merdom a Kurdistanê, ku ji bo sê salan hate qedexekirin bû. Kebûdwend, di gulana 2008’an de ji aliyê dadgehê ve hate vexwendin û ji ber avakirina Rêxistina Mafê Mirovan a Kurdistanê (RMMK), bi henceta “li hemberî ewlehiya dewletê rabûye” hate suçdarkirin û herwiha ji ber ku têkiliyên wî bi rêxistinên navnetewî yên mafê mirovan re, 11 sal cezayê girtîgehê lê hate birîn.