Rêxistina Efûyê: Binpêkirina mafên mirovan li Tirkiyeyê zêde bû

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî (Amnesty International) rapora salane ya 2015'an eşkere kir.

Di raporê de bal hat kişandin ser binpêkirina mafên mirovan li Tirkiyeyê û hat gotin, "Şerê di navbera Tirkiye û PKK'ê de destpê kir, binpêkirina mafên mirovan zêde kir."

Li gorî rapora Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî ji bo tevahiya cîhanê, di sala 2015'an de herî kêm li 122 welatan îşkence û pêkanînên xerab li mirovan hatin kirin.

Herî kêm 30 penaber li welatên lê rastî xeteriyê bên hatin vegerandin. Li herî kêm 19 welatan, hikûmet an jî komên çekdar sûcên şer kirin.

Di beşa raporê ya li ser Tirkiyeyê de hat ragihandin, ku şerê di navbera PKK û hêzên dewletê de destpê kir, binpêirina mafên mirovan zêde kir.

Di raporê de hat gotin, "Rewşa mafên mirovan, piştî hilbijartinên giştî yên meha Hezîranê û şîdeta di navbera Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) û hêzên çekdar ên Tirk de rû da, bi awayekî cidî nebaş kir."

Her wiha hat ragihandin ku hikûmet zexteke bêhempa li çapemeniyê dike û hînê yên mafên mirovan binpê dikin, nayên cezakirin.

Rêxistina Efûyê da zanîn, ku rojnamevan dema li Kurdistanê nûçeyan çêdikin, rastî zext û êrîşan tên.