Rewşa Kurdistaniyê di êrîşa faşîstan a li meşa dirêj a Swêdê de birîndar bû krîtîk e

Rewşa tenduristiyê ya Gafû Mihemmedî yê di dema meşa dirêj a li dijî komploya navneteweyî de ji navçeya Sodertalje dimeşiya Stockholmê ji ber êrîşa çekdarî ya faşîstan birîndar bû, krîtîk e.

Rayedarên polîsan û nexweşxaneyê dan xuyakirin, ku rewşa Mihemmedî krîtîk e û xetere heye, jiyana xwe ji dest bide.

Di vê navberê de, 3 Kurdistaniyên bi Mihemmedî re li heman wesayîtê bûn, piştî wergirtina îfadeya wan serbest ahtin berdan.

Kurdistaniyên di wesayîtê de diyar kirin, êrîş êrîşeke faşîst bû û êrîşkar ji bo yên di wesayîtê qetil bike, bi çekê êrîş kiriye.

Ajokarê mînîbusa rastî êrîşê hat Aram Alîpoûr da xuyakirin, ku beriya êrîşê komeke faşîst ji bo xwepêşandanê provoke bike ketiye nava hewldanê û bûyer vegot:

"Dema em ji Sodertalje hatin semta Fîttja ya Stokcholmê, me dirûşma 'Bijî Serok Apo' diqîriya. Çend nîjadperestên li ber komeleya Tirk sixêf li me kirin û ji ber ku gotin 'terorîst' alozî derket. Lê pevçûn derneket. Yên sixêf kirin reviyan. Piştî demekê, li parkeke navenda semtê wesayîtek bi ser me de hat. Ez pê hesiyam ku wesayît dixwaze me bisekinîne, lewma min wesayît ber bi aliyê rastê ve ajot û nesekiînim. Min hingî dît, ajokarê wesayîteke reş a bi marka Aûdî, berê debanceyê da me. Vî êrîşkarî sê caran gule berda. Du ji van guleyan li Gafûr ê li pişt mînîbusê rûniştî ket."

Alîpoûr diyar kir, Mihemmedî yê ji nava xwe û lingê xwe bi guleyan birîndar bû, gelekî xwîn jê çû û bi ambûlansa helîkopterê rakirin nexweşxaneyê. Alîpoûr da zanîn, ku ev êrîş parçeyek ji komkujiyên dewleta Tirk li Kurdistanê li hemberî gelê Kurd dike ye.

LI DIJÎ FAŞÎZMÊ BANGA BILINDKIRINA TÊKOŞÎNÊ

Rêveberên Meclîsa Jinê ya Amara û Navenda Civaka Demokratîka  Kurd li Swêdê jî dan xuyakirin ku ev êrîş parçeyek ji operasyona qirkirinê ya dewleta Tirk li Bakurê Kurdistanê dimeşîne ye û bang li Kurdistanî û dostên wan kir ku tevlî beşa duyemîn a meşê ya 14'ê Sibatê roja Yekşemê ya li Skarholmen Torgetê bibin. Rêveberan li dijî faşîzmê banga bilindkirina têkoşînê kirin.

Kurdistanî û dostên wan ê saet di 09:00 de ji Skarholmenê derbas bibin û saet di 13:00 de li Meydana Medbogarplatsenê mîtîngekê pêk bînin.