Rewşa girtiyên nexweş Yildirim û Demîr giran e
Komele û Însiyatîfan ragihandin ku rewşa girtiyên nexweş Serdal Yildirim û Yildirim Demîr girane û xwestin ku girtiyên nexweş bên berdan.
Komele û Însiyatîfan ragihandin ku rewşa girtiyên nexweş Serdal Yildirim û Yildirim Demîr girane û xwestin ku girtiyên nexweş bên berdan.
Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Stenbolê ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş di hefteya 538’emîn de çalakiya “Rûniştina F” li ber avahiya komeleyê li dar xist. Vê hefteyê bal kişandin ser rewşa girtiyê nexweş Serdal Yildirim ku niha li Girtîgeha Metrîsê felc bûye û ji sedî 98 rapora wî astengdariyê heye. Malbatên girtiyên nexweş û parêzvanên mafê mirovan beşdarî çalakiyê bûn û pankarta “Bila girtiyê nexweş Serdal Yildirim bê berdan” hat vekirin.
Endamê ÎHD’ê Mehmet Acettîn daxuyanî xwend û bal kişand ser rewşa Serdal Yildirim û destnîşan kir ku Yildirim ji navê berjêr felc bûyî ye û ji ber ulsera mîdeyê pê re heye du meh in nikare xwarinê bixwe. Acettîn diyar kir ku Serdal Yildirim di nava du mehan de 20 kîlo zeîf bûye û li gel ku rapora wî ya “nikare di hefsê de bimîne” heye jî bi hêceta “ewlehiyê” nayê berdan. Acettîn got rewşa Yildirim xedar e û her ku diçe xetereya wî zêdetir dibe. Acettîn anî ziman ku Yildirim ji ber qezaya trafîkê derbas kiriye felc bûye û ew li ser sandelyeya bi teker dijî. Acettîn bi bîr xist ku piştî di sala 2018’an de cezayê Yildirim hatiye erêkirin, tê girtin û ji wê çaxê ve di Girtîgeha Metrîsê ya Tîpa R’yê de tê ragirtin û ew girtî Ergîn Aktaş ê ku du destên wî tune re dimîne û bi zehmetî dikarin li xwe binêrin. Acettîn got ji bo ku Yildirim dikaribe li derve tedawî bibe û ji bo parastina mafê wî yê jiyan û tenduristiyê tavilê were berdan.
ENQERE
Înîsiyatîfa Azadî Ji Girtiyên Nexweş re ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş, her hefteyê çalakiyê li dar dixe. Înîsiyatîfê çalakiya xwe ya hefteya 410’an li pêşiya Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Enqereyê li dar xist. Di çalakiyê de pankarta “Tedawî maf e û nayê astengkirin. Bila girtiyên nexweş bên berdan” hatibû vekirin û endama ÎHD’ê Sevîl Turgut daxuyanî xwend. Turgut, bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Yildirim Demîr ku li Girtîgeha Tîpa F a Boluyê tê ragirtin.
Sevîl Turgut da zanîn ku Demîr ji ber pirsgirêka çav heta niha 6 caran anjiyo bûye û ev agahî dan: “Gelek pirsgirêkên tenduristiyê yên Demîr hene û ji nava van herî zêde nexweşiyên girêdayî çav wî didin zorê. Çavê wî yê rastê ji sedî 95 nabîn e û jê re hatiye gotin ku tedawiya wê tune ye. Ji çavê xwe yê çepê jî 3 sal berê emeliyata kataraktê bûye. Merceka çavê wî yê çepê qirêjî bûye û bijîşk jê re gotiye ku divê bi lazerê were paqijkirin. Lê belê bijîşk guherî ye û yê nû jê re gotiye ku hewce nake. Çavê wî niha kêm dibîne. Ji ber çavê xwe heta niha 6 caran anjiyo bûye.”
Bi domdarî Turgut diyar kir ku her wiha nexweşiyên weke bronşîta kronîk, reflûya mîde, gastrît û ulserê jî hene û daxuyanî wiha bi dawî kir: “Du caran xwîn ji mîdeyê wî hat. Bijîşk xwarina diyetê nivîsand lê ev xwarin nayê xwarin û ji hêla adanan ve jî kêm e. Nexweşiya sendroma rûviyan a îrrîtabl û nexweşiya hemeroîd a hundir hene. Di her du çokên wî de qelaştina menûskusê heye. Nexweşê prostatê ye û nirxên wî yên testên PSA’yê gelemperî zêde derdikevin. Heta niha sê caran biyopsî bûye. Ev 6-7 sal in her roj dermanan bi kar tîne. Di guhên wî de vertîgo, çingîn û kerr bûn heye. Fitqa wî ya stû heye. Dema ji Boluyê sewqî Nexweşxaneya Nimûne ya Enqereyê hatiye kirin, bijîşk jê re got; ‘wê piştî emeliyatê felc bibî.’ Lewma bêyî ku emeliyat bibe vegeriya girtîgehê. Ji ber vê fitqê êşeke giran dikêşe. Her wiha êşên wî yên ji ber sinûzît û serêşa kronîk jî didome. Ji bo apneya xewê 3 sal berê li nexweşxaneyê hate razandin û randevû dabûnê û her wiha ji bo neqla dokuyên pidiyan jî randevû wergirtibû. Lê bêyî ku were tedawîkirin, dermanan didin û dişînin girtîgehê. Nexweşxaneya Dewletê ya Nevşhîrê di sala 2016’an de ji bo Demîr rapora ji sedî 41 astengdar e derxist. Lê belê
Saziya Tipa Edlî (ATK) got; ‘Demîr dikare di girtîgehê de bimîne.’ Divê Demîr di zûtirin demê de were berdan.”