Redkirina Cemxaneyê, berê Çîçek da dadgehê

Redkirina Cemxaneyê, berê Çîçek da dadgehê

Serokê Meclisa Tirk Cemîl Çîçek li dijî daxwaza bila avahiya Meclisê cemxaneyê (cihê îbadeta elewiyan) bê avakirin de got ‘di Îslamê de cihê îbadetê mizgeft in’ û daxwaz red kir. Ev redkirin birin dadgehê.

Parlamenterê CHP’ê Huseyîn Aygun der barê mijarê de serî li Serokatiya Dadgeha Îdareya Nobedar a Enqereyê da û Cemîl Çîçek ji ber ku daxwaza wan red kir, gilî kir.

Aygun destnîşan kir ku, destûr nedayîna Çîcek a jib o mala cemê, li dij rêgezên ol û wijdaniya azadiyê ye û li dij peymana navneteweyî ye. Aygun wiha pê de çû: “Tu maf û rayedara serokê TBMM’ê ya nasandina baweriya Elewitiyê nîne. Ev maf û raye bi giştî aydên welatiyên ku baweriya wan Elewî-Bektaşî û Kizilbaş e.”

Îfadeyên Çîçek yên wekî ‘Li gorî Wezareta Karê Diyanetê, Elewitî ne oleke cudaye, di nava îslamê de avabûne, dewlemendbûnek Îslamê ye û cihê îbadeta îslamê jî mizgeft in” jî di dosyeya dozê de cih girt.

Di serlêndanê de hate diyar kirin ku tu rayeya serokatiya Meclîsa Tirkiyeyê tune ku baweriya elewitiyê bide nasandin û hate gotin k udi vê mijarê de ancax, Elewî, Bekştaşî û Kizilbaş baweriya xwe bidin nasandin. Her wiha hat gotin ku ev nêzîkatiya Çîçek li dij Peymana Mafê Mirovan a Ewropayê ye.