Redhackê vê carê dosyayên sîxûran weşand

Redhackê vê carê dosyayên sîxûran weşand

Koma Redhack a ku bi çalakiyên xwe yên li hemberî sazî û rêxistinên fermî yên dewletê tê naskirin, ji ber êrîşên dawiyê yên rejîma AKP'ê hemû îxbarên di navbera salên 2002 û 2012 de ji bo Emniyeta Enqereyê hatine kirin, bi awayeke bê sansur weşand.

Redhackê piştî weşandina belgeyan, ragihand ku ew heta niha ji ber tiştên weşandine netirsiyane û got; “Madem ew êrîşê kesên ji bo azadiyê şer dikin, dikin, em wan mirovan bi tenê nahêlin. Ji destpêkê heta îro, çi ketibe destê me, em ê bê sansur biweşînin.”

Redhackê bal kişand ser êrîşên sîber ên li hemberî çapemeniya Kurdan û muxalîf û hiqûqnasan jî û diyar kir ku yên van êrîşan pêk tînin ne “hacker” in, ew “lamer “ in.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin; “Mereq nekin, em wekî hûn dikin xwe mazlum nîşan nadin.”

Herî dawî, em tu kesên li aliyê xwe bi tenê nahêlin. Henekên me pir in û pêkenok in. Lê hemû henekên me rastî ne.. Em hifêl nakin, Hack dikin!

Em tu kesên baweriya xwe bi me tînin û bi me re dimeşin, naxin tengasiyan, em di nîva rê de nahêlin!

Û ger em îro biweşînin, em ê mîna şêran biparêzin. Ji ber ku terorîstên burjuva nikarin me darezînin.”

Piştî vê daxuyaniyê Redhackê li ser hesabê xwe yê Twitterê dosyayek 75 MB parve kir.

Di dosyayên ji aliyê Redhackê ve hatin weşandin de îxbarê bi rêya înternetê ji bo Midûriyeta Emniyeta Enqereyê hatine kirin, cih digirin. Di belgeyên de hemû agahiyên nasnameyên kesên îxbar dikin hene.

Di belgeyê de 154 hezar û 266 îxbar, 24 hezar û 888 mijarên cûda û agahiyên nasnameyên 78 hezar û 66 kesên ku îxbar kirine hene.

Di belgeyê de agahiyên nasnameyên kesên hevalên xwe, endamên malbatên xwe îxbar dikin û heta kesên sempatîzanên PKK’ê yên derveyê welat jî diyar dikin û mîna sîxûran dixebitin jî hene.