Redhack jî êdî 'rêxistina terorê' ye

Redhack jî êdî 'rêxistina terorê' ye

Koma hackeran RedHack a ku di van demên dawiyê de bi êrîşên xwe yên li ser malperên gelemperî û hikûmeta Tirk navdar bû, bi awayeke fermî weke “rêxistina terorê” hat binavkirin.

Çalakên RedHackê roja çarşemê ketibûn malpera fermî ya Wezareta Derve ya Tirk , beriya wê jî ketibû malpera emniyetê û gelek malperên din. Piştî vê dadgeh û polîsên Tirk ketin dewrê û piştre hat ragihandin ku manîfesto û logoya rêxisitnê heye û RedHack weke “rêxistina terorê” hat binavkirin.

Koma RedHack a ku bi têkbirina malperên înternetê yên wezaretên Tirk hat naskirin, vê carî ket nava arşîvên Wezareta Derve ya Tirk. RedHackê 821 dîplomatênbiyanî yên li Tirkiyeyê dixebitin û malbatên wan hemû aşkere kir.

RedHackê der barê çalakiya xwe de daxuyaniyeke di malpera xwe de weşand û diyar kirin ew ê hemû agahiyên Wezareta Derve ya Tirk aşkere bikin. RedHackê ragihand ku wana vê çalakiyê ji bo bîranîna kesên di Komkujiya Sêwasê de jiyana xwe ji dest dan li dar xistiye.

Di malpera Wezareta Derve ya Tirk de bi qasî 25 deqeyan wêneyên Erdogan ên bi Qeddafî û Esad re hatibûn kişandin hatin bicihkirin û nivîsa “Ne Wezareta Derve, karên şer û koletiyê” hat nivîsandin.