Rayedarê Îranî: Eger gel rabe ser piyan wê me biqewirîne
Yek ji rayedarên payebilind ên Îranê Cevadî Amolî işaret bi pirsgirêkên civakî û nerazîbûna gel kir û got, "Eger mirov biryarê bidin ku rabin ser piyan wê me dawşîne nava deryayê."
Yek ji rayedarên payebilind ên Îranê Cevadî Amolî işaret bi pirsgirêkên civakî û nerazîbûna gel kir û got, "Eger mirov biryarê bidin ku rabin ser piyan wê me dawşîne nava deryayê."
Yek ji rayedarên payebilind ên rejîma Îranê Cevadî Amolî bi Wezîrê Kar Alî Rabeyî re rûnişt. Amolî got, "Divê hûn pê zanibin; li gorî pirsgirêkê heyî eger mirov biryarê bidin ku rabin ser piyan wê me hemûyan dawşîne nava deryayê. Lewma divê em hay ji xwe hebin û gelekî bi baldarî tevbigerin."
Li gorî çavkaniyên mûxalîf Amolî wiha dewam kir: "Gelek ji welêt reviyan, hinekan jî ji niha ve biryar dan ku birevin ku derê. Lê belê cihekî ku em biçin nîne. Ev bê edaletî û bêkêrîtiya hin rayedaran ne ya qebûlkirinê ye. Tevî ku gelek çavkaniyên me yên av û axê heye, çima ewqas mirov birçî ne?"
Hefteyên dawî gelek rayedarên nêzî lîderê dînî Alî Hamaney daxuyaniyên bi vî rengî dan. Ev yek jî nîşan dide ku rejîma Tehranê ji ber nerazîbûna gel ketiye nava tirs û fikaran. Tê gotin, nerazîbûna ciavkî ya ji ber krîza aborî, krîza avê û polîtîkayên zordar dibe ku her gavê biteqe.
Hefteyên dawî di serî de li Rojhilatê Kurdistanê li gelek eyaletan çalakiyên protestoyî tên kirin. Karker ji ber ku nikarin heqdestê xwe bigirin, ji ber ku ji kar hatine avêtin ya jî ji ber şert û mercên nebaş ên jiyanê ketine grevê û çalakiyan dikin.