Rastiya li pişt êrîşên li Belçîkayê
Piştî Fransayê di êrîşên li hemberî Belçîkayê de bi qasî 40 kesî jiyana xwe ji dest dan, zêdeyî 200 kes birîndar bûn. Êrîş li hemberî Balafirgeha Zaventem a navneteweyî û stasyona metro ya Maalbeekê hatin kirin.
Piştî Fransayê di êrîşên li hemberî Belçîkayê de bi qasî 40 kesî jiyana xwe ji dest dan, zêdeyî 200 kes birîndar bûn. Êrîş li hemberî Balafirgeha Zaventem a navneteweyî û stasyona metro ya Maalbeekê hatin kirin.
Piştî Fransayê di êrîşên li hemberî Belçîkayê de bi qasî 40 kesî jiyana xwe ji dest dan, zêdeyî 200 kes birîndar bûn. Êrîş li hemberî Balafirgeha Zaventem a navneteweyî û stasyona metro ya Maalbeekê hatin kirin. Alarma ewlekariyê ya li welêt derket asta herî bilind. DAIŞ'ê berprisyariya êrîşê girt ser xwe. Lê belê dema mezinahiya êrîşê tê niraxndin, tê dîtin ku bêyî alîkariya welatekî, zehmet e êrîşên bi vî rengî bên kirin.
2 hefte beriya êrîşê, heman piştî lihevkirina Tirkiye û Yekîtiya Ewropa li ser mijara penaberan, di 8'ê adarê de heyetek ji Wezîrê Karên Derve Dîdîer Reynders, Wezîrê Karên Hundir Jan Jambon, Wezîrê Edaletê Koen Geens û Wezîrê Koçber û Penaberan Theo Francken ên Belçîkayê çû Tirkiyeyê.
Heyeta Belçîka beriya civîna 9'ê Adarê bi Wezîrê Karên Derve Mevlut Çavûşoglû, Wezîrê Karên Hundir Efkan Ala û Wezîrê Edaletê Bekîr Bozdag ên Tirkiyeyê re rûnişt.
Rojeva bingehîn a civînê, ragihandina kesên ji Belçîkayê tevlî DAIŞ'ê bûne û karê hevpar ê rêxistinên polîsan ên her du welatan bû. Heyeta Belçîkayê dizanîbû ku di hevdîtinê de wê aliyê Tirk sazî û Kurdên li Belçîkayê bixe rojevê. Heyeta Belçîkayê di civînê de dixwest li ser agahîwergirtina ji 1224 Belçîkiyên tevlî DAIŞ'ê bûne, bi Tirkiyeyê re li hev bike. Heyeta Belçîkayê ku jê hebû bi çend tawîzên biçûk re di mijara Kurdan de dilê Tirkiyeyê xweş bike, di saetên pêş de ji ber ku Tirkan mijar xist rewşeke xitimandî, xwe ji civînê vekişand. Sedema vekişîna heyeta Belçîkayê ji civînê ew bû, ku heyeta Tirk bi israr dixwest siyasetmedarên Kurd ên li Belçîkayê (Hevserokê KONGRA GEL Remzî Kartal, endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Zubeyîr Aydar û gelek siyasetmedarên din) bên girtin, radestî Tirkiyeyê werin kirin û saziyên Kurdan (KNK, komele û saziyên çapemeniya Kurd) werin girtin. Heyeta Belçîkayê da xuyakirin, ku ev daxwaz tê wateya binpêkirina qanûnên xwe û ji ber ku heyeta Tirk lihevkirin xist rewşeke xitimandî, xwe ji lihevkirinê vekişand.
Der barê civînê de Wezîrê Koç û Penaberiyê Theo Francken di malpera partiya xwe NVA de wiha digot: "Agahiyên ji aliyê me ve bê dayîn, dibe ku li dijî gelê Kurd werin bikaranîn. Ji ber ku dikare bi niyeta zexta li gelê Kurd bê bikaranîn, em nikarin vê rîskê qebûl bikin."
Francken her wiha diyar kir, bi xwevekişandina ji peymanê re wan tercîheke pîvanî kirine û bi vî rengî nîşan dida ku li pêşberî wan heyeteke Tirk a pîvan û qanûnan nas nake, heye.
Beriya van hevdîtinan Kurdên li Belçîkayê dijîn, ji bo balê bikişînin ser komkujiyên dewleta Tirk li Kurdistanê dike, destûr ji rayedarên Belçîkayê girtin û li ber Konseya Ewropayê kon vedan. Bi vê çalakiyê re gelê Kurd xwest hem bala rayedarên Ewropî hem jî ya rayedarên Belçîkî bikişînin ser komkujiyên li Kurdistanê.
Lê belê Erdogan û AKP ên tiştek ji heyeta Belçîkayê bi dest nexistin, ewilî bi rêya çapemeniya xwe ya nivîskî û dîtbarî, nûçeyên bi serenavê 'Li ber Parlamenta Ewropayê konê PKK'ê' da weşandin. Tevî ku hedef nîşan da jî rayedarên Belçîkî dest li çalakiya kon a Kurdan wernedan. Di destpêkê de Serokwezîrê Tirk Ahmet Davûtoglû çalakiya kon a Kurdan hedef nîşan da û îdîa kir ku ev yek dijderketina li Tirkiyeyê ye. Paşê Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan di 18'ê Adarê de daxuyaniyek da û bi awayekî vekirî gef li Belçîkayê xwar. Erdogan got, 'Temaşekirina li bombeyên li Tirkiyeyê diteqin li ser ekranên televîzyonê, dibe ku nayê ti wateyê. Dema heman bombe li bajarên we teqiyan, hûn ê hingî fêm bikin bê em çi hîs dikin. Lê wê çaxê wê gelekî dereng be. Ji bo ev bombe li Bruksela ku derfetê şovê ji alîgirê rêxistina terorê hatiye dayîn an jî li bajerekî din ê Yekîtiya Ewropayê neteqe, ti sedem nîne."
Piştî vê gefa Erdogan û ekîba wî, di şeva 19'ê Adarê de konê Kurdan ê li ber Konseya Ewropayê hatibû vedan, ji aliyê komeke faşîst ve hat şewitandin. Li paytexta Ewropayê, ku li her derê kamera hene, şewitandina kon bi awayekî hêsan û nedîtina kiryaran, pirs xist serê mirovan. Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, beriya şewitandina kon, rayedarên polîsan ji Kurdên ku bi şev ji bo nobedê dihatin cihê çalakiyê re gotine, pêwîstî bi hatina wan nîne, ew bi xwe ewlekariya vir pêk tînin. Piştî ku du nobedaran kon terikandin, li herêma Ewropayê ya herî zêde tê parastin êrîş hat kirin û êrîşkar nehatin girtin. Êrîşkaran her wiha li ber konê şewitand selfîe kişandin û li medya civakî parve kirin. Tevî vê yekê jî nehatin girtin.
Tevî şewitandina kon, çalakiya Kurdan a li ber Konseya Ewropayê dewam kir. Û kon careke din bû hedefa çapemeniya AKP'ê.
Roja ku li Belçîkayê êrîş hatin kirin (22.03.2016) rojnameya AKP'ê ya bi navê Star bi manşeta 'Terorîst Belçîka' hat weşandin. Rojnameya AKP'ê da xuyakirin, ku kon ji nû ve hatiye çêkirin, wêneyên Ocalan hatine daliqandin û polîs çalakgeran diparêzin. Bi vî rengî hedef nîşan da.
Piştî ku Erdogan di 18'ê Adarê de gef li Belçîkayê xwar û Star bi manşet 'Terorîst Belçîka' derket, rasthatinek nîne ku di heman rojê de li hemberî Balafirgeha Zaventemê û stasyona metro ya Maalbeekê êrîşên hevdemî hatin kirin. Erdogan ê ku li hemberî gelê Kurd û PKK'ê ya hêvî dikir nekarî bi dest bixe, mîna li Cizîr û Sûrê, nîşan da ku dikare li paytexta Ewropa Brukselê jî komkujiyê bike.