Raportorê PE’yê yê Tirkiyeyê Amor serdana DEM Partiyê kir

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan li Meclîsê Raportorê Daîmî yê PE’yê yê Tirkiyeyê Nacho Sanchez Amor qebûl kir.

Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tûncer Bakirhan li Meclîsê, Raportorê Daîmî yê Parlamentoya Ewropayê (PE) yê Tirkiyeyê Nacho Sanchez Amor qebûl kir.

Amor ji aliyê Bakirhan, Hevserokê Komîsyona Têkiliyên Derve Berdan Ozturk û parlamenter Gulîstan Kiliç Koçyîgît ve hat pêşwazîkirin.

Hat hînbûn ku di civîna ji çapemeniyê girtî de êrîşên li ser DEM Partiyê hatin nîqaşkirin. Her wiha di hevdîtinê de behsa rewşa niha ya Doza Kobanê û pêwendiyên Tirkiyeyê bi Yekîtiya Ewropayê re hat kirin.