Ragip Zarakolu ku di çarçoveya doza KCK'ê ya Stenbolê de tê darizandin diyar kir ku bi sedan leşkerên ku li salona rûniştinê bi hinceta ewlehiyê êrîşî malbat û parêzeran kirine lê dîmenên kamerayên mobeseyê nehatine dîtin, dîsa kelûmelên çavdêrên navneteweyî hatine dîtin û xwest ku ev yek aşkera bibe.
Berendamê xelata aştiyê ya Nobelê Ragip Zarakolu ku ji doza KCK'ê ya Stenbolê 15'yemîn Dadgeha Cezaya Giran a Sîlîvriyê tê dîtin bi awayeke ne girtî tê darizandin daxwaznameya giliyê pêşkêşî dadgehê kir. Zarakolu di daxwaznameya xwe de diyar kir ku laptop, dosya û telefonên berîkan ên çavdêrên navneteweyî hatine Tirkiyeyê nava rojê ji wesayîtan hatine dîtin û got; "Ev yek di bin parastina Robocopan û li ciheke ku kamerayên mobese lê hene pêk hatiye. Dadgeh jî li hemberî vê yekê bêdeng dimîne. Di peymanên navneteweyî ku Tirkiyeyê jî ev peyman qebul kiriye de divê karê çavdêran bê hêsankirin."
Zarakolu destnîşan kir ku heyeta daddgehê ji destpêka rûniştinê heta niha ku dibêje ew bi yên ji derveyî salonê re dê ne eleqeder bin, berpirsyarê ewlekariya çavdêran e û wiha axivî: "Hêzên ewlehiyê yên sivîl û leşkerî ku mafê azad seyahatê bi hinceta ewlehiyê asteng kirine nekariye ewlekariya çavdêran bigire. Dîsa robocopan êrîşî malbat jin û zarokan kiriye. Ji bo ev neheqî ji holê rabe em dixwazin hêzên ewlehiyê dadgeh otorîteyê hêzên ewlehiyê be."
Zarakolu xwest ku avasaziya birêxistinkirî ya organîze bê aşkerakirin û darizandin.