Ragip Dûran: Medya êrîşa polîsan ya Amedê veşart

Ragip Dûran: Medya êrîşa polîsan ya Amedê veşart

Li gel hemû weşanên çapemeniya tirk û nûçegîhanên çapemeniyê duh li Amedê bû dîsa çapemeniyê êrîşên polîsan yên li dijî gel neda nîşandan. Derbarê van geşedan û dîmenan de Rojnameger Ragip Dûran, nerînên xwe anîn ziman û diyar kir ku, Medya Serdest ya Dukaliya Stenbolê ji bo BDP'ê sûcdar bike her tiştî dike.

Rexnedarê Medyayê û Rojnameger Ragip Dûran, der barê geşedan û mudaxaleya polîsan a li dijî gel nerînên xwe anîn ziman. Dûran, anî ziman ku êdî bi vê mudaxeleya li dijî gel helwesta AKP'ê ya li dijî demokrasiyê û makeqanûnê baştir aşkere bû û wiha got: "Hikûmeta AKP'ê ji piştgiriya gelê Amedê ya ji bo BDP'ê ditirse. Ji bo ku ji piştgiriya gel ya BDP'ê ditirse naxwaze ev girse derkeve holê û xuya bibe. Ji ber ku ji girsê ditirse li her derê mudaxele dike.

Hikûmet hêj naxwaze bêçare û aciziya xwe ya li hemberî çareseriya pirsgirêka kurd qebûl bike. Ji ber ku hêza wê tuneye li şûna pirsgirêkê çareser bike mîtîngan qedexe dike û rê li pêş çareseriyê digire. Ji ber ku dema mîtîng qedexe bibe AKP difikire ku li ber hilbijêrên kurd puanê wê zêde bibe.

'EV OPERASYON DIJMINANDIYA BI KURDAN RE YE'

Dûran, da zanîn ku di dîmenên Kişanak, Buldan û Demîrtaş de pêdiviyê bi şiroveyê nahêle û wiha berdewam kir: "Hikûmeta AKP'ê êdî têra xwe antipatiya gelê kurd belge kiriye. Ger ku li gel hemû hişyariyan polîs bombeya gazê û ava şit bavêje Hevserokên Giştî yê Partiyekê. Dîsa parlementerê wê birîndar bike. Mirov nikare ji vê yekê re bêje tişteki asayî ye. Ev operasyon raste rast dijminantiya gelê kurd e. Demê parlementerê Mêrdînê Mehmet Sincar li Êlihê bi heman rengî hate qetilkirin. Niha jî parlementerên BDP'ê rastî êrîşa polîsan tên."

Dûran, da zanîn ku di demjimêr 19.00-20.30'an de li hemû beşên çapemeniyê temaşe kir û dît ku li gel nûçegihanên Zaman, Vatan, Hurriyet, Milliyet û hemû çapemeniyê li cihê bûyerê bûn jî dîsa êrişa polîsan ya li hemberî el veşartin. Medya di vir de êrişa polîsan veşart û BDP sûcdar kir. Heta wê demjimêr jî tu nûçe derbas nekirin.

'JI BO BDP'Ê SÛCDAR BIKIN HER TIŞTÎ DIKIN'

Dûran, destnîşan kir ku medya tirk û serdest ji bo BDP'ê sûcdar bike hemû rastiyan vedişêre û her tim BDP'ê dike hedefa xwe û wiha berdewam kir: "Tu kesî li ser qedexeya dewletê ya mîtîngê tiştek nenivîsand. Tu beşên çapemeniyê negot çima mîtîng hate qedexekirin. Em dikarin bêjin Medya Serdest a Dukaliya Stenbol bêlî ku bêje bûyer çawa derket, çima derket û çi bû, raste rast BDP'ê dike hedef. Hemû rastiyan vedişêre û bi agahiyên şaş civakê dişapîne."

Dûran, destnîşan kir ku kesên vê rastiyê dibînin dê bertekên wan yên li dijî AKP'ê û çapemeniya serdest bêtir zêde bibe. Dûran, bilêv kir ku bi hezaran kesên şahidê bûyerê bi telefonên xwe ev dîmenên rastiyê vedibêjin li ser înternetê belav kiriye û êdî ev rastî nayê veşartin û Rastî êdî zû belav dibe.

'HÊJ XWE DIRÛST Û BI NAMÛS DIBÎNIN'

Dûran, destnîşan kir ku polîs jî êdi dibêjin "Însaf be, zêde diçirînin. Li gorî xwe dibêjin em dê wan sor bikin. Lê kes bawer nake' û dixwazin bi riya BDP'ê dijminantiya li dijî gelê kurd zêde bikin û wiha got: "Li welatekî ku polîs li parlementeran dixe van derawan belav dikin. Lê hêj xwe weki bi namûs û dirûst dibînin. Êdî her kes vê yekê dibîne."