'Rabûna li ber zilmê, maf e'

Pîrê Elewî Huseyîn Esen got, "Desthilatdarî qure ye, xwe serwer dibîne, mafê xelkê desteser dike." Mele Şukru Aslan jî bal kişand ser grevên birçîbûnê û got, rabûna li ber zilmê maf e.

Pîrê Elewiyan Huseyîn Esen û Mele Şukru Aslan têkildarî tecrîda li Îmraliyê û berxwedana li girtîgehan ji ANF'ê re axivîn.

Pîrê Elewiyan Huseyîn Esen anî ziman ku li pêşiya jiyana bi hev re û mafdar a Kurd û Tirkan astengiya herî mezin, feraseta desthilatdariyê ye û got, "Desthilatdarî qure ye, xwe serwer dibîne, mafên xelkê desteser dike." Esen bal kişand ser pêwendiya tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a bi şer re û got, "Şer tê wateya destavêtina li mafê hinekan, dagirkirina xaka wan e. Desteserkirina mafên civakî yên herî xwezayî, mafên şexsî yê mirovan e."

GREVÊN BIRÇÎBÛNÊ BERXWEDANEKE MAFDAR E

Esen bal kişand ser grevên birçîbûnê yên li girtîgehan û destnîşan kir ku rabûna li ber polîtîkayên li dijî mirovahiyê maf e û got, "Li gorî hiqûqa wan, can û tenduristiyê mirovên li girtîgehê emanetî dewletê ye. Ji ber ku ketine girtîgehê nabe ku hûn destwerdanek li derveyî mirovahiyê li wan bikin. Niha li girtîgehan bi gelek rê û rêbazan mafên mirovan têne desteserkirin. Astengkirina hevdîtina mirovekî bi malbat û parêzerên wî re tê çi wateyê? Ji xwe te ew xistiye nava çar dîwaran. Mafê herî mirovî û xwezayî ye ku mirovekî girtî bixwaze di nava şert û mercên mirovî de bijî. Yê ku nikaribe bi maf û edaletê bi rê ve bibe, wê hewl bide bi tirsê bi rê ve bibe. Ev pirsgirêk divê tavilê bê çareserkirin û daxwazên girtiyan bi cih bêne anîn."

TECRÎD LI ALIYEKÎ, GIRTIN BI XWE ŞAŞ E

Mele Şukru Aslan jî destnîşan kir ku mafên mirovan esas e û got, "Tecrîd li aliyekî, girtina vî mirovî şaş e. Hûn çûn we hevdîtin kirin, temam, çi got, we got rast e. Di Newrozê de we nameya wî xwendin. Piştre çi bû, çi hat guhertin? Gelo ev kar hate guhertin? Wê demê hûn derewan dikin. Dema ku tiştê hûn dixwazin nabe, dibêjin 'Ocalan di destê me de dîlgirtiyeke, lewma heta ku hûn li gorî me tevnegerin em ê wî bernedin'. Tecrîd nabe. Beriya her tiştî te di qanûnên xwe de gotiye, 'Hefteyê carekê hevdîtin dibe'. Tu çima derewan dike, çima tu destûrê nade? Cihê vê yekê di Îslamê de, di mirovahiyê de nîne. Tiştekî bi vî rengî nabe. Bi taybetî jî ji bo girtiyên nexweş. Heta niha çend cenaze ji girtîgehan derket. Mesele hemû ev e; ev rêveberî dibêje 'Kurd, heta ku nebêjin em ne Kurd in, ez ê van kiryaran li hemberî we dewam bikim'."

LI DIJÎ ZILMÊ BI VÎ RENGÎ BERSIV TÊ DAYIN

Aslan got, çi oldar çi jî ne oldar divê Kurd bibin yek û têkildarî grevên birçîbûnê yên li girtîgehan got, "Heta ku Kurd bibin miletek, Kurdistan pêk were divê Kurd bi oldar an jî bê oldar divê bi hev re bin. Tu çawa bersivê dide zilma yekî, mafê mirovan heye ku bi heman rengî bersivê bide zilma te. Ev yek di Îslamê de esas e. Ev mirov dibêjin, ez ê bimirim lê bi ya te nekim. Em rabûna li hemberî vê zilmê weke berxwedaneke mafdar dibînin."