Qeyûman di paçê nexweş û zarokan de jî gendelî kirin!

Dadgeha Venêrîna Dezgehên Dewletê lêpirsîn der barê gendeliyeke qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê de da destpêkirin. Derket holê ku şaredariya ku qeyûm dest daniye ser, heya di mijara paçeyên nexweşan de jî gendelî kiriye.

Li Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ku bi salan e ji aliyê qeyûm ve tê talankirin, her roj gendeliyeke nû derdikeve holê. Îdîayên gendeliyê yên ku ev demeke dirêj e di çapemeniyê de cih digirt dawiya dawî bû sedem ku Dadgeha Venêrîna Dezgehên Dewletê li ser vê yekê bisekine. Dadgeha Venêrîna Dezgehên Dewletê ku di gelek îhaleyên şaredariyê de gendelî û dizî tespît kiriye, lêpirsîn da destpêkirin. Ji rêveber û serokên daîreyan ku di îhaleyan de dizî û gendelî kirine,  parastin hate xwestin.

Derket holê ku şaredariya ku ji aliyê qeyûm ve tê birêvebirin heya di mijara paçeyên nexweşan de jî gendelî kiriye. Dadgeha Venêrîna Dezgehên Dewletê li ser vê yekê ji Alîkarê Midûrê Kreş û Aşxaneyê Aytaç Urunî parastina nivîskî xwest.

SEROKATIYA KARÊN FENÎ ÎDÎA KIR KU GENDELÎ BI XELETÎ HATIYE KIRIN

Gendeliyeke din jî di îhaleyeke Serokatiya Daîreya Karên Fenî de hate tespîtkirin. Midûrê Şaxa Îhaleyê Çetîn Koçakî got ku di îhaleyê de hin şaşitî hene, lê belê ev xeletî bi şaşitî hatine kirin. Bi vê yekê qebûl kirin ku gendelî kirine.

DER BARÊ SEROKÊN DAÎREYÊ DE LÊPIRSÎN HATE DESTPÊKIRIN

Midûrên ku der barê wan de ji ber gendeliyê lêpirsîn hatiye destpêkirin, li gorî xwesteka qeyûm karê xwe didomînin. Li Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Alîkarê Serokê Giştî ê AKP'ê Vahap Onder îhaleyan organîze dike. Hate zanîn ku der barê Serokên Daîreyê Murat Turlu û Çetîn Koçak de ku gelekî nêzîkî qeyûm in, lêpirsîn hatiye destpêkirin.