Qeyda deng a navbera DAIŞ û leşkerên Tirk derket holê

Belgeyên li ser têkiliya navbera dewleta Tirk û DAIŞ'ê roj bi roj eşkere dibin. Qeyda axaftina bi telefonê ya navbera 'emîrê' DAIŞ'ê yê ji sînorê Tirkiyeyê berpirsyar û leşkerên Tirk derket holê.

Li gorî nûçeya rojnameya Cûmhûriyetê; rêveberê DAIŞ'ê Mûstafa Demîr der barê derbasbûna ji sînor de timî bi leşkerên Tirk re diaxive. Navê Demîr, ji ber têkiliya nêz a bi Îlhamî Bali yê fermana teqîna li Enqereyê da, hatibû bihîstin. Ev qeyda deng, piştî ku 6 kesên xizmên wan tevlî DAIŞ'ê bûn serî lİ dozgeriyê dan, bi lêpirsînê re derket holê.

Ev axaftina di navbera DAIŞ'ê û leşkerên Tirk de bi vî rengî ye...

25'ê Mijdara 2014; 18:59

Mûstafa: Îxbarek niha gihaşt min, ber bi wir ve diçim. Dibe ku hin leşker li naverastê dixebitin. Bawer bikin, agahiya min jê nîne. Wargehek ji konan a beriya gihaştina Elbeyliyê. ...Eger hebin ez ê bibim alîkar. Heta ez xwe bigihînim wan. Ji ber ku di navbera me de 20 kîlometre hene.

A.A: 20 kîlometre ber bi Kîlîsê ve.

Mûstafa: Erê ez ber bi nuqteyê ve diçim. Eger defret hebin, li wir fermandarê qereqolê yan jî nobeda..

A.A: Temam temam.

Mûstafa: Haya min ji vê derbasbûnê nîne... dibe ku îxbar an jî qaçaxçî bin

A.A: Temam ez ê bidim kontrolkirin.

25'ê Mijdara 2014; 20.06

A.A: Yê bi çirayê digeriya hûn bûn?

Mûstafa: Wele bi çirayeke biçûk, tu li ku ye keko? Li cihê min gotibû?

A.A: Belê, me li nihêrî me te dît, lê zilamên te...

Mûstafa: Kekê A. tu dikare bihêle ku bi fermandar re biaxivim? Pêkane gelo? Yanî ji bo karê li vir. 

A.A: Temam, dema tiştek hebû tu yê agahiyê bide min.

Mûstafa: Dema me xwe gihand te bes e, pirsgirêk nîne.

A.A: Ez ê niha ragihînim, li wê derê du qereqolên min hene. Ez ji fermandarê qereqola herî nebaş re ragihînim, bidim kontrolkirin. ...

Qeyda telefonê ya bi navê A.B hat kirin:

23'ê Mijdara 2014; 18.57

Mûstafa Demîr: Min wesayîtek teslîmî ustegmen Bûrak kir, li rojhilatê qereqola we ye?

A.B: Belê birayê min, li wî cihê kolandin lê qediya ye..

Mûstafa: Ez niha bêm wê nuqteyê? Nuqteyek beriya wê hebe, ez yekî deynim wir.

A.B: Na bira, yekî li gundê Ermîşê bihêle... Li pişt wê axê yekî bêşeref heye, çavdêriyê dike. Bila ev wî bigire, yê din jî li cihê te wesayît teslîm kiriye.

Mûstafa: Tu niha di wesayîtê de ye, li cem te kesek heye?

A.B: Leşker heye.

Mûstafa: Temam tu dikare berê min bide wê herêma axê? Ez ê işaretê bidim te, dema te got deyne, ez ê deynim.

A.B: Temam, ez xwe vekişînim.

Mûstafa: Nobedar deyne keko, divê tu ji wir biçe.

A.B: Dakevin ciwanno, ji vir xwe çeng bikin.

Qeyda telefonê ya bi navê A.B hat kirin:

19.12

A.B: Em li cihê te wesayît daye, li nava mayînan e. Me çira pê xist, were mal heye. Ji wî alî ber bi vî alî ve zilam hene.

Mûstafa: Temam keko, ez ê bêm.

A.B: Bilezîne, bi çirayê ez di nava mayînan de me, bibez e.

Mûstafa: Keko, li cihê min wesayîta da ustegmen Bûrak?

A.B: Erê erê, hinekî jêrê wê derê. Du wesayîten me jî li aliyê Tirkiyeyê ne.

Mûstafa: Temam.

A.B: Em di nava mayînan de ne.

Mûstafa: Keko ez hatim.