Qetlîama Qamişlo li Mêrdînê hat şermezarkirin
Rêxistinên navend û navçeyan ên DBP’ê, Partiya Çepên Kesk û HDP’ê yên Mêrdînê, Qetlîama Qamişlo bi daxuyaniyekê şermezar kirin.
Rêxistinên navend û navçeyan ên DBP’ê, Partiya Çepên Kesk û HDP’ê yên Mêrdînê, Qetlîama Qamişlo bi daxuyaniyekê şermezar kirin.
Rêxistinên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Çepên Kesk û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên Mêrdînê, êrîşa dewleta Tirk a bi balafira biçek a bêmirov li dijî Hevseroka Kantona Qamişloyê Yûsra Derwêş, cîgira wê Leyman Şiwêş û ajokarê wesayîtê Firat Tûma bi daxuyaniyekê şermezar kirin. Parlamenterên Partiya Çepên Kesk Berîtan Guneş, Kamûran Tanhan, George Aslan û berdevka HDP’ê Ebrû Gunay û gelek endamên her sê partiyan beşdarî daxuyaniya li ber avahiya HDP’a Mêrdînê hate lidarxistin bûn.
Hevserokê DBP’ê yê Bajêr Şerafettîn Aslan êrîşa pêk hatî şermezar kir û wiha got: “Her çiqas Komara Tirkiyeyê bibêje ‘Em ne li dijî Kurdan li dijî terorîzmê ne jî’ bi awayekî vekirî Kurdan hedef dike û qetil dike.”
Guneş a pişt re axivî jî destnîşan kir ku roj nîne li dijî Kurdan êrîş neyê kirin û wiha got: “Li Rojava Tirkiye siyasetmedarên Kurd hedef digire û qetil dike. Bi qetilkirina Yûsra û hevalên wê paradîgmaya jina azad hedef tê girtin. Her çi dibe bila bibe em li pişt paradigmaya azadiya jinê ne.”
Kamûran Tanhan ê herî dawî axivî jî bi lêv kir ku êrîşa li dijî Kurdan hatiye kirin li qada navnetewî jî sûc e û wiha got: “Yûsra Derwêş bal kişandibû tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. Em difikirin ku ji ber vê yekê hedef hatiye nîşandan. Dîsa pejirandina cezayê Garîbe Gezerê yê li Dadgeha Bilind hatiye pejirandin jî mînaka vê yekê ye. Tirkiye bi taybetî Kurdan û jinên Kurd hedef digire. Mirîşkeke Tirkiyeyê jî li başurê Kurdistanê û Rojava nîne, ji ber wê yekê em dixwazin ku Tirkiye ji wan deran derkeve.”