Sererastkirina qanûnê ya der b arê qedexekirina girevên Rêyên Hewayî ya Tirk ku ji aliye hikûmeta AKP’ê ve hate pêkanîn, CHP dê bibi Dadgeha Maqeqanûnê.
Li gorî agahiyên parlamenterên CHP’ê yên ku çûn serden Sendîkaya Hava-îş û xebatkarên THY’ê, hiqûqnasên CHP’ê dê roja sêşemê serlêna îtîraza qanûnê pêşkêşî Dadgeha Makeqanûnê bikin.
Parlamenterê CHP’ê Suleyman Çelebî di daxuyaniya ku da de diyar kir ku Hava-îş sendîkayê sererastkirina ku der barê maqeqanûnê de ji wan re biriye û wiha got: “Me xwest ji hiqûqnasan nêrîn girt û me zêdebûn çêkir. Me mijar di asta Navnetewî de lêpirsîn kir. CHP roja sêşemê an jî roja çarşemê dê serî li Dadgeha Makeqanûnê bide. Ger kul i vî welatî bi rastî jî makeqanûn bê bikaranîn, emli bendêne ku Dadgeha Makeqanûnê biryara xwe rojekê jî dereng nexîne. Em li vir dê bi hiqûqê bawer bikn. Em vê bê hiqûqiyê dê bibin Dadgeha Meqanûnê.
Li aliyê din endamê Parlamenterê Konseya Ewropayê Andrej Hunko jî çû serdena xebatkarên ji kar hatine avêtin yên Riyên Hewayî ya Tirk. Hunko da zanîn ku ev greva we di asta navnetewî de jî xwedî cihekî girînge. Hunko da zanîn anî ziman ku niha li hemû cîhanê hewl tê dayîn ku mafê girevê bê rakirin.