Qedexe danîn ser pirtûka Yuksekdag

Bi qedexeya belavkirin û firotinê re biryara desteserkirina pirtûka bi navê ‘Dîwarên Bên Hilweşandin’ ya ku tê payîn bê çapkirin a siyasetmedara girtî Fîgen Yuksekdag hat girtin.

Bi îdiaya “bi rêya çapemeniyê propagandaya rêxistinê kirin” pirtûka Hevseroka berê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Fîgen Yuksekdag a dîl tê girtin, belavkirin û firotina wê hat qedexekirin û biryara tinekirina nusxeyên hatine komkirin û berhevkirinê hat dayin.

Di nivîsa bi sernavê “Serê min ê ewrî” de ku Yuksekdag behsa berxwedana xwerêveberiyê ya li Kurdistanê dike, rêzên “mirovahî li ser sînorê xizaniyê diperpite, di demekê de ku jêrzemîn dişewitin, bi tarîtiyê re gulê lê tê reşandin, pitikên di xaniyên kavilbûyî de û gule li serê wan tê xistin” weke “sûc” hatin dîtin.

6'emîn Dadgeha Cezayê Sulhê ya Antalyayê îdia kir ku bi rêza “pitikên li malên kavilbûyî” pesina endamên rêxistinê hatiye kirin.