Qatilekî din yê ulkucu hate tehliyekirin

Qatilekî din yê ulkucu hate tehliyekirin

3’mîn Dadgeha Cezayê Giran ya Enqereyê di rasteka “3’mîn Paketa Darazê” ya rejima AKP’ê de cezayê înfaza Muhsîn Kehya ku beriya 12’ê Îlonê ji ber ku tevlî bûyera kuştina Midurê Polîsan yê Edeneyê Cevat Yurdakul û serokê CHP’a Qeyserî û Antalyayê bibû rawestandin.

Beriya 12’ê Îlonê Cevat Yurdakul hêjan di temenê 36 salî de bû ji aliyê hikumeta Ecewît ve tayîna wî ji bo Edeneyê weke Midûrê Emniyetê hate pêkanîn, ji aliyê komekî ku Muhsîn Kehya jî di nav de wesayîta wî hate gulebarandin û kuştin.

Kehya ji ber sedema ku tevlî bûyerên kuştina Serokê CHP’a Edeneyê Parêzer Ahmet Albay û Serokê CHP’a Qeyseriyê parêzer Mustefa Kulkuloglû hatibû mehkum kirin. Kehya ku di sala 1979’an de ji girtîgehê reviya, piştî 12’ê Îlonê dîsan hate girtin.

Kehya dema ku li Girtîgeha Bûrsayê di dema hevdîtina vekirî de reviya, çû Elmanyayê. Li vir ji ber sûcê birîndarkirinê hate girtin, piştî fîrariyê navê Kehya di kuştina Muammer Aksoy de jî derbaz bû. Bi şertê ku neyê darvekirin di sala 1997’an de îadeyî Tirkiyeyê kir û ev ceza vegerandin 36 salan.

Piştî 3’mîn Paketa Darazê, serlêdana ku Kehya kir li Edeneyê hate redkirin. Li ser vê yekê Kehya serlêdana xwe jib o Enqereyê kir û biryara rawestandina înfaza ceza hate girtin.