Putîn bang li DYA’yê kir ku delîlan pêşkêş bike
Putîn bang li DYA’yê kir ku delîlan pêşkêş bike
Putîn bang li DYA’yê kir ku delîlan pêşkêş bike
Serok Dewletê Rusyayê Vladimir Putîn, bang li Washintonê kir ku delîlên girêdanî bikaranîna çekên kîmyawî yên dibêjin di destê me de hene pêşkêş bike. Putîn got: “ Eger eşkere nekin, wê demê tiştek wisa nîne.”
Putîn li Rojavayê Vladivostoksa Rusyayê daxuyanî da rojnamevan. Vlademîr balkêşan ku hêzên Sûriyeyê di amadekariya operasonê de ne û li gelek herêman muhalefet dorpêç kirine û got: “Divê rewşê de bang kirina destwerdanekî çekdarî, hincetek wisa tiştekî beredayî ye.”
Putîn xwest ku, daxuyanî û delîlên dostên Amerîkayê yên ku dibêjin rejîma Sûriyeyê çekên kîmyewî bi kar anîne’ eger delîl di destê wan de hebîn bila radestî Konseya Ewlehiya NY’ê û mufetîşên NY’ê bikin. Putîn wiha got; “ Eger delîlên destê wan de nedin, wê demê tiştek wisa nîne.”
PARLEMENA ÎNGILIZ PUTÎN MATMAYÎ HIŞT!
Putin diyar kir ku nepejirandina Parlemana Îngilistanê ya biryara destwerdanê ji bo wî suprizekî mezine û got: “ Li gorî min tam suprîzeke.”
Li gorî Putîn biryara Parlemana Îngilistanê tê vê wateyê; “ Li ser bingehê li hevkirina jeopolîtîkaya DYA’yê li Îngilistanê ji di mirovên bi berjewendiyên netewî hestyar û girêdayî serweriyê û rêber hene.”