Pûşî 'endamtiya rêxistinê' facebook 'propaganda'!

Pûşî 'endamtiya rêxistinê' facebook 'propaganda'!

Êdî di hişên dozgeran de pûşî ji aksesura diavêjin stuyê xwe derket û piştî Cîhan Kirmizigul ji Mehmeta Akbali re jî bû delîlê "Endamtiya rêxistinê". Di îdîanameya derheqê Akbali hate amadekirin de tiştên di rûpela facebook jî parvekirin weke delîlên "propagandeya rêxistinê" hatin dîtin.

Piştî pûşî bûye sedema girtina Xwendekarê Zanîngeha Galatasaray Cîhan Kirmizigul yuê ku 20 meha di girtîhê de ma û 11 sal ceza girt, ji ciwanê bi navê Mehmet Akbali yê Kurd jî heman qeder jiyan kir. Akbali, demak ji bo mitînga Newroza 2012'yan diçû Qada Kazliçeşmeyê ya Stenbolê di rê de ji aliyê polîsan ve hate rawestandin û ji ber pûşiya di stûyê wî de hate binçavkirin. Akbali niha li Girtîgeha Kandirayê tê girtin û tiştên di îdîanameya derheqê wî de hatin nivîsandin ji Nûçegihanê DÎHA'yê Çagdaş Kaplan re vegotin.

Akbali ji bo tevlî mitînga Qazliçeşmeyê ya di 18'ê adarê de pêk dihat bibe li ser Kolana Mîllet dimeşiya û ji aliyê polîsan ve hate rawestandin. Polîsan nasnameya Akbali yê ku pûştî di stûyê wî de girtin û kontrola GBT'ê kirin. Akbali yê ku ji Mêrdînê bêyî hincet hate binçavkirin. Piştî Akbali derxistin dozgeriyê hêj tevlî mitîngê nebûyî bi hinceta "Li hemberî Zagona Meş, Civîn û Çalakiyan ya hejmara 2911'an muxalefet kir" bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hate kirin.

Dadgehê ji biryara girtina Akbali da. Îdîanameya Akbali ji aliyê 17'emîn Dadgeha Cezayên Giran ve hate qebûlkirin. Akbali ji "Muxalefeta li hemberî Zagona Meş û Çalakiyan ya hejmara 2911'an" û "Endamtiya rêxistinê" tê sûcdarkirin û pûşî jî weke delîl nîşan dan û têkildarî vê yekê de di îdîanameyê de wiha cih girt, "li ser kesê bi gûman pûşî hate destserkirin" Di îdîanameyê de nûçeyên Ajansa Nûçeyan ya Firatê yên ku Akbali di facebookê de xwedin û heman nûçe parvekirin weke delîlên propagandeyê cih girtin.